Şehîd Ehmed li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ehmed Hiso li goristana Şehîd Rustem Cûdî oxir kirin.

Şehîd Ehmed li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ehmed li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ehmed li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ehmed li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ehmed li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
Şehîd Ehmed li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat oxirkirin
17 tebax, 2021   11:59
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Ehmed Hiso yê ku dema bi erka xwe li bajarokê El-Sîkir radibû şehîd bûbû, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin.

Merasîm li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Yesmîn Tehlo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û soza şopandina rêya şehîd Ehmed, da.

Bi navê malbata şehîd Ehmed, birayê wî Cegerxwîn Hiso axivî û diyar kir ku şehîd Ehmed di oxira axa xwe de û li ser şopa hevreyên xwe yên şehîd, şehîd bû û da zanîn ku ew wek malbat dê rêya wî bişopînin heta ku armancên wî pêk bînin.

Piştre, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hocîn Hîres wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Ehmed Hiso li Goristana şehîd Rustem Cûdî bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(dm)

ANHA