Çeteyên Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Heleb û Idlibê hedef girtin

Çeteyên Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Heleb û Idlibê hedef girt.

Çeteyên Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Heleb û Idlibê hedef girtin
17 tebax, 2021   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), çeteyên dewleta Tirk kombûnên hêzên hikumeta Şamê li eniyên Cobas a nêzî Seraqib a rojhilata bajarê Idlibê û baregehên wan li bajarokê Orim a mezin û kargeha Zeterê ya li gundewarên rojavayî Heleb bi moşkan,  hedef girt.

Çeteyên dewleta Tirk duh bi topan baregehên hêzên hikumeta Şamê li gundewarên Corîn a Sehil Xab a li bakur rojavayî Hemayê hedef girt.

(dm)