Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa û Girê Spî hejmara baregehên xwe zêde kir

Roj bi roj dewleta Tirk a dagirker hejmara baregehên xwe yên leşkerî yên li gundewarên Girê Spî û bakurê Eyn Îsayê ya dagirkirî, zêde dike.

17 tebax, 2021   11:05
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, yekser dest bi avakirina baregehên leşkerî kir. Hêzên dagirker mal û gundên sivîlan kirin baregeh.

Dewleta Tirk a dagirker 5 baregeh li gundên dagirkirî yên li bakurê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundewarên Girê Spî ava kiribûn. Lê piştî ku ajansa me rewşa herêmê şopand û li gorî çavkaniyên pêbawer diyar bû ku hejmara baregehên leşkerî zêdetir bûye.

Li gorî şopandinê û çavkaniyan, hejmara baregehan bûye 12 û tê de wesayîtên leşkerî, leşkerên Tirk û çete hene. Ev baregeh li seranserî rêya navneteweyî ya li bakurê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê Girê Spî hatine avakirin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker li wan baregehan radar û kamera bi cih kirine. Ji wir herêmê û sivîlan dike hedef. Herî dawî ji baregeha xwe ya li gundê Bîr Îs bi çekên giran êrişî gundê Sefawiye yê rojhilatê Eyn Îsayê kir û komkujiyek li dijî malbatekê pêk anî.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên pêbawer ji dîroka 01.06.2020`an ve û heta 04.08.2021`an dewleta Tirk a dagirker 634 êriş li dijî herêmê pêk anîne, piraniya wan rasterast li dijî sivîlan bûn.

(şx)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EATJYEaxa4A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>