Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand

Meclisên navçe û bajarên herêma Cizîrê êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê şermezar kir û piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re nîşan da.

Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand
Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand
Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand
Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand
Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand
Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand
Meclisên herêma Cizîrê piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re ragihand
17 tebax, 2021   10:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên herêma Cizîrê bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe ji civaka Êzidî re ragihandin.

Bi dehan ji pêkhateyên Hesekê li meclisa navçeya bakurê Hesekê kom bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD, Kongreya Star rakirin. Hevserokê meclisê Remedan Fetah daxuyanî xwend. Meclisa navçeya Dirbêsiyê jî li pêşiya Navenda Hêzên Parastina Civakê (HPC) daxuyanî da, hevserokê meclisa navçeyê Rustem Bekir daxuyanî xwend.

Endamên Meclisa bajarê Qamişlo jî li pêş navenda xwe daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Silêman Ebo Bekir ve hate xwendin. Li Tirbespiyê jî şênî li pêşiya navenda meclisê kom bûn û hevseroka meclisê Şahmêran Şemûn daxuyanî xwend. Meclisên navçeya Dêrikê jê li pêş navenda xwe kom bûn û daxuyaniyek dan raya giştî. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeya Dêrikê Sîdî Hena daxuyanî xwend.

Li navçeya Şedadê jî heman daxuyanî hate dayîn.

Meclisên hatine bibîrxistin, êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker duh li dijî Şengalê pêk aniye, şermezar kirin, ku di encamê de yek ji fermandarên YBŞ`ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ`ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn.

'HEDEFGIRTINA SERDESTIYA IRAQÊ Û QIRKIRINA ÊZIDIYAN E'

Di daxuyaniyan de hate gotin, ev êriş serdestiya Iraqê binpê dike û bang li Iraqê hate kirin ku serweriya xwe biparêze û ji ber binpêkirina wê ji aliyê dewleta Tirk ve, dewleta Tirk muhasebe bike.

Meclisên navçe û bajarên herêma Cizîrê piştrast kirin ku ew li kêleka şêniyên Şengalê û rêveberiya wê ya xweser û civaka Êzidî ne û wiha hate gotin: “Ev êriş siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li herêmê û îsrara wan a qirkirina Êzidiyan û hedefgirtina fermandarên wan, nîşan dide. Her wiha berdewama êrişên qirkirina komî ya li dijî hebûna Êzidiyan û rêveberiya wan a xweser e, da ku civaka Êzidî bi qirkirin û komkujiyan re rû bi rû bimîne.”

'DIVÊ GEL Û PÊKHATE LI HEMBERÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK BIBIN YEK'

Meclisan bang li raya giştî ya cîhanê, Konseya Ewlehiyê û Komkara Ereban kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û rê li pêşiya hikumeta Erdoganê faşîst bigirin. Her wiha bang kir ku lêpirsîneke navneteweyî der barê êrişê de were vekirin û hesab ji dewleta Tirk were xwestin û banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir. 

Li aliyekî din, meclisan bang li gel û pêkhateyên herêmê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a faşîst bibin yek, heta pêkanîna azadiyê, edaletê û jiyana bi rûmet berxwedan û têkoşînê mezin bikin.

Girêdayî mijarê PYD`ê şaxê Lubnanê destnîşan kir ku çawa dewleta Tirk beriya 3 salan Mam Zekî û Diyar Xerîb kirin hedef, îro bi heman armancî jî fermandar Seîd şehîd xist ku ji gelek salan ve ji bo ku civaka êzidî xwe birêxistin bike, xwe bi xwe bi rêve bibe û bigihêje azadiya xwe têkoşiya.

 (cx-şx)

ANHA