Hevseroka Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser Selwa El-Seyid wefat kir

Hevseroka Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selwa El-Seyid ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya Xweser derbarê wefata wê de daxuyanî da.

Hevseroka Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser Selwa El-Seyid wefat kir
16 tebax, 2021   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand, tê de diyar kir ku Hevseroka Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selwa El-Seyid vî sibehê di encama nexweşiyekê de wefat kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Selwa El-Seyid sala 1988'an li bajarê Dêrazorê hate dinê, li fakulteya Kîmya ya Zanîngeha Firatê xwendiye, wekî cîgira Hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê xebitî, piştre bû Hevseroka Desteya Darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Selwa yek ji jinên ku ji bo xilasiya fikirê terora DAIŞ'ê xebitî, qebûl nekir ku di nav adet û kevneşopiyên paşverû de bijî, her wiha yek ji jinên destpêkê bû ku di damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girt.

Em sersaxiyê ji malbata  Selwa re dixwazin û hêviya sebir û aramiyê jê malbatê re dixwazin."

ANHA