Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tebqayê li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê rewşa siyasî ji jinên Tebqayê re nirxand.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tebqayê li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tebqayê li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tebqayê li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tebqayê li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tebqayê li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tebqayê li dar xist
16 tebax, 2021   16:17
TEBQA

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke ji jinên navçeya Mensûra ya Tebqayê re li dar xist û rewşa siyasî nirxand.

Bi dehan nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên sivîl û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Mensûrayê Xaliya Kecwan axivî.

Xaliya behsa komployên dewletên hegemon ên li dijî Rojhilata Navîn kir û got, armanc ji  komployê projeyên xwe yên mêtîngeriyê pêk bînin, dest deyinin ser berhemên Rojhilata Navîn û gelên wê bixin bin serweriya xwe.

Xaliya Kecwan her wiha bal kişand ser aloziyên ku dewletên kapîtalîst afirandine, di nav de şewba Koronayê û wiha domand: "Dewletên kapîtalîst dixwazin gel her tim di nava krîzan de bihêle, bi rêya derxistinên nakokiyên mezhebî û etnîkî krîzên civakî çêbikin û têkiliyên di navbera pêkhateyan de jihev bixin."

Têkildarî aloziya Sûriyê jî Xaliya Kecwan anî ziman ku dewletên herêmî naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe, ji wê zêdetir aloziyê kûrtir dikin. Her wiha bang li jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Mensûrayê Xaliya Kecwan îşaret bi sûcên li herêmên dagirkirî têne kirin, bi taybet sûcên li dijî jinan kir û got, dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan sûcên herî hovane pêk tîne ku li dijî tevahî qanûnên navneteweyî ne.

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kuqz5gJlymY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>