Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer serbest hat berdan

Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer ku di ser mala wê de hatibû girtin û hatibû destgîrkirin, serbest hat berdan.

Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer serbest hat berdan
16 tebax, 2021   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serdegirtina malan ya duh ber destê sibehê li Amed, Edene, Mêrsîn  Wanê de herî kêm 102 kes hatibûn destgîrkirin.

60 kesên ku li Amedê hatibûn destgîrkirin ev 3 roj in di nezaretê de bûn. Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer ku di nava destgîrkiriyan de bû piştî ku li emniyetê îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan. Îfadeya kesên di nezaretê de didome.