Zanîngeha Şerq a Reqayê hîn jî pêşwaziya xwendekaran dike

Hevserokê Zanîngeha Şerq a Reqayê diyar kir ku wan hejmareke biçûk a xwendekaran pêşwazî kirine û da zanîn ku zanîngeh hîn jî xwendekaran pêşwazî dike.

Zanîngeha Şerq a Reqayê hîn jî pêşwaziya xwendekaran dike
16 tebax, 2021   08:21
REQA- EHMED EL-ESAF

Zanîngeha Şerq ku li Reqayê yekemîn zanîngeh e. Piştî ku avahiay zanîngehê bi temamî sererast kirin û hemû pêwîstî dabîn kirin, xwendedekaran pêşwaz dike.

Hevserokê Zanîngeha Şerq a Reqayê Dr.Hesen El-Îsa ji ajansa ANHA`yê re axivî û behsa zanîngehê, mûfadele, rêbazên pêşwazîkirina xwendekaran û tomarkirina navan kir.

El-Îsa got Zanîngeha Şerq ji 8 beşan pêk tê ku ew jî ev in; beşên zanyarî, fîzîk, kîmya, bîrkarî, zimanê erebî, îngilîzî, perwerde û komputer. Her wiha bi bîr xist ku tê payîn ji bo her beşekî 40 xwendekar werin pêşwazîkirin û wiha lê zêde kir: "Ev mijar girêdayî kalîteyê ye, ne girêdayî miqdarê ye. Em dikarin hejmara em dixwazin qebûl bikin, lê armanca me ne hejmar e bi qasî ku em dixwazî xwendekarên serkeftî û zana û pispor ji zanîngehê derkevin. Em dixwazin ji zanîngeha me kesên akademîsyan der biçin."

El-Îsa ev agahî parve kir: "Deriyê tomarkirinê heta dawiya roja 19`ê Tebaxê li pêşiya xwendekaran vekiriye piştre dê karta ezmûnê bidin xwendekaran da ku ezmûna qebûlkirinê li navendan bikin ku me li Reqayê diyar kirine."

Dr. Hesen El-Îsa daxuyand ku materyalên zanîngehê taybet in û li ser astên siyasî û îdarî serbixwe bin.

El-Îsa di dawiyê de got: "Dema me biryar da ku 8 beşan vekin, diviyabû em destpêkê kadroya perwerdeyê dabîn bikin. Di sala bê de li gorî hejmara endamên kadroya perwerdeyê dê şaxên din werin vekirin û hejmara xwendekaran ji vê zêdetir be."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BI2yhfDiiFY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>