​​​​​​​Welatiyan xwest aqûbeta gerîlayên revandî bizanibin

Şêniyên bajarê Helebê diyar kir ku êrişa li dijî koma gerîla rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku li erda Başûrê Kurdistanê rûbera dagirkirina xwe berfirehtir bike û li ser vê yekê bang li PDK`ê kir ku di zûtirîn demê de aqûbeta gerîlayan eşkere bike.

​​​​​​​Welatiyan xwest aqûbeta gerîlayên revandî bizanibin
16 tebax, 2021   06:16
HELEB-ARIF SILÊMAN

Komeke Hêzên Parastina Gel (HPG) 26`ê Tîrmeha derbasbûyî ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve li gundê Bêxm ê girêdayî navçeya Xalîfan a Başûrê Kurdistanê hatin  revandin û hîn jî aqûbeta wan ne diyar e. Li hemberî vê yekê hêrsa gel rabû û banga eşkerekirina çarenûsa gerîlayan kir.

ꞌSIYASETA PDK`Ê JI SIYASETA TIRKAN NE CUDATIR E

Hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya bajarê Helebê Îsa Mistefa got siyaseta PDK`ê li dijî Kurdan dide, yek ji siyastên AKP`ê û dijminê Kurdan e.

Mistefa destnîşan kir ku êrişên hêzên PDK`ê yên li dijî gerîlayan li navçeya Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê bi armanca têkirina gerîla ye û ev lê zêde kir: "Ev êriş rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku hîn zêdetir erda Başûrê Kurdistanê dagir bike."

ꞌGERÎLA PARASTINA BAŞÛRÊ JÎ DIKEꞌ

Mistefa wiha gotina xwe dewam kir: "Bila PDK`ê bizane ku gerîla parastina Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk dike. Gerîla parastina mirovahiyê û hebûna Kurdan dikin, lê belê PDK parastina dagirkeriyê dike."

Di dawiyê de Îsa Mistefa bang li şêniyên Başûr kir ku zextê li PDK`ê bikin da ku dev ji siyaseta xwe ya dijminane berde û piştgiriya gerîla bikin ku parastina gel û erda Başûr dike.

ꞌTU KES ŞER NAXWAZEꞌ

Endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo Ehmed Cafer êrişên PDK`ê yên li dijî gerîla şermezar kirin û wiha got: "Tu Kurd vî şerê li Başûrê Kurdistanê qebûl nake ji ber ku xizmeta tu partî yan jî hêzeke kurdî nake. Li ser vê yekê di vê qonaxa ku em tê re derbas dibin divê em yekitiya refan ava bikin da ku em dest bi dest bin û parastina dîrok û nasnameya xwe bikin."

ꞌTIRKIYE HEWL DIDE GELÊ KURD QIR BIKEꞌ

Cafer da zanîn ku dewleta Tirk siyaseta parçekirin û derxistina fitneyan a di navbera partiyên Kurdan û gelê Kurd de dide meşandin û ev lê zêde kir: "Ger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku hemû peymanên wekî Lozan û Sevr armanca wan qirkirin û qetilkirina Kurdan û dagirkirina erda wan bû. Her wiha tevî hemû kiryar û sûcên li dijî gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê ku kirin 4 parçe, hîn jî PDK xizmeta siyaseta dewleta Tirk dike."

Di dawiyê de Ehmed Cafer eşkere kir ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye, da ku parastina hebûna xwe bike û qebûl nakin ku dewleta Tirk bi pêşeroja gelê Kurd bilîze.

(eh)

ANHA