Çeteyên dewleta Tirk fidiyê ji revandiyekî dixwazin

Çeteyên "Nûredîn El-Zinkî" li beramberî serbestberdanê, 10 hezar dolar wekî fidiye ji bazirganekî Kurd ku di 12' Tebaxê de hatiye revandin, xwest.

Çeteyên dewleta Tirk fidiyê ji revandiyekî dixwazin
15 tebax, 2021   15:14
ŞEHBA

Çeteyên bi navê "Nûredîn El-Zingî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 12'ê Tebaxê bazirganê Kurd ê bi navê Heyder Al Emo yê ji gundê Remadiyê yê Cindirêsê revand. Heydar dikaneke wî ya bazirbaniya zeyta zeytûnan li navenda navçeyê heye.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên li beramberî serbestberdanê 10 hezar dolar ji Heyder xwestiye.

ANHA