Li ser rola jin di civakê de semînerek hate dayîn

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê semînrek li ser rola jin di civakê de da.

Li ser rola jin di civakê de semînerek hate dayîn
Li ser rola jin di civakê de semînerek hate dayîn
Li ser rola jin di civakê de semînerek hate dayîn
15 tebax, 2021   15:24
TEBQA

Semîner li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi beşdarbûna bi dehan jinan hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, cîgira berdevka jinê ya Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fatima El-Elî behsa rola jinê di avakirina û pêşxistina civakê de kir û got: "Rola jin di kar de gelekî girîng e, êdî bi awayekî rasteqîn û xurtî cihê xwe di nava xebatê de digirin ku xebata wê nayê înkarkirin, jinan di qadên siyasî, civakî  û leşkerî de rola xwe bi xurtî îsbat kir."

Fatima diyar kir ku xurtkirina rola jinan bingehê geşkirin û pêşxistina civakê ye.

Di dawiya semînerê de beşdaran nêrînên xwe li ser rola jinan, pirsgirêkên wan û girîngiya çarserkirina pirsgirêkan anîn ziman.

ANHA