Şehîdên Komkujiya Şiêtat hatin bi bîranîn

Şehîdên Komkujiya Şiêtat li goristana Şehîdan a gundê Ebû Hemam ê Dêrazorê hatin bibîranîn.

Şehîdên Komkujiya Şiêtat hatin bi bîranîn
Şehîdên Komkujiya Şiêtat hatin bi bîranîn
Şehîdên Komkujiya Şiêtat hatin bi bîranîn
Şehîdên Komkujiya Şiêtat hatin bi bîranîn
15 tebax, 2021   15:06
DÊRAZOR

Çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an komkujiyeke li dijî eşîra Şiêtat a gundê Ebû Hemam ê rojhilatê bajarê Dêrazorê pêk anîn.

Li qada komkujî li hatibû kirin merasîmê bîranîna şehîdên komkujiyê bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên meclisên sivîl û leşkerî, Mala Jinê, meclisên herêmî yên Dêrazorê, bi sedan şêniyan û malbatên şehîdan li goristana Şehîdan gundê Ebû Hemam hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/08/15/143928_nasr-altram-.webp

Merasîm bi torana leşkerî dest pê kir. Ji rûspiyên eşîra Şiêtat Nasir El-Deram bi xêrhatina beşdaran kir û behsa kêliyên komkujiyê kir. El-Deram berxwedana QSD'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê silav kir û got: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mil bi mil bi QSD'ê re ne heta ku navenda terorê û şandeyên wê were rûxandin."

/ar/uploads/files/2021/08/15/143634_abrahym-aljasm-.webp

Li ser navê QSD'ê, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Îbrahîm El-Casim jî şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û sersaxiyê ji eşîra Şiêtat û tevahê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xweset. Her wiha  serhildana eşîrê li hemberî DAIŞ'ê silav kir û got: "Kombûna gel û eşîrên herêmê li derdora QSD'ê hişt ku DAIŞ'ê têk biçe."

El-Casim di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

/ar/uploads/files/2021/08/15/143901_hmdan-alabd-.bmp

Bi navê Rêveberiya Xweser, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid dilovanî ji giyanê şehîdên komkujiyê re xwest. Her wiha îşaret bi rola mezin a jinan di parastina xaka herêmê de kir.

/ar/uploads/files/2021/08/15/143844_thamr-alshmry-.bmp

Di berdewama merasîmê de nûnerê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Samir El-Şemerî axivî, bal kişand ser sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê bi navê îslamê li herêmê pêk dianîn, kir.

/ar/uploads/files/2021/08/15/143823_ahmd-alsltan.bmp

Bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê jî Ehmed El-Sultan axivî, sersaxî ji eşîra Şiêtat re xwest û rola QSD û pêkhateyên herêmê di têkbirina DAIŞ'ê de destnîşan kir.

Merasîm bi çalakiyên hunerî yên Koma Şehîd Hevrîn Xelef bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gyb-w0h4tXY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>