Koalîsyona Navneteweyî bi desteka QSD'ê serçeteyekî DAIŞ'ê girt

Bi destekdayîna Yekîneyên Antî-Teror yên QSD'ê, hêzên Koalîsyona Navneteweyî serçeteyekî DAIŞ'ê girt.

Koalîsyona Navneteweyî bi desteka QSD'ê serçeteyekî DAIŞ'ê girt
15 tebax, 2021   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) belav kirine, hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Mihêmdiyê yê rojavayê Dêrazorê bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ'ê girt.

Navendê destnîşan kir ku çeteyê hatiye girtin, teqîn û bûyerên kuştinê plan dikirin û şane bi rêxistin dikirin, her wiha peywendiya di navbera şaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sînorê Iraqê-Sûriyê de, bi rêxistin dikirin.

Her wiha gelek madeyên teqemeniyê, çek û belge bi çete re hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandinê piştrast kir ku Yekîneyên Antî-Terorê yên QSD'ê beşdarî operasyonê bûne û piştgiriya ewlehiyê daye hêzên koalîsyonê.

(dm)