'Bi rizgarkirina Minbicê re gavên mezin di warê çandê de hatin avêtin'

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yûsif diyar kir ku piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, Minbicê rengê xwe yê çandî vegerand û di vê qadê de gavên mezin hatin avêtin.

'Bi rizgarkirina Minbicê re gavên mezin di warê çandê de hatin avêtin'
15 tebax, 2021   07:43
MINBIC-EHMED QERACE

Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê di pêvajoya 5 salan de guhartineke berbiçav di qada çandê de çêbû.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El-Yusif axivî û salvegera 5`emîn a rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz kir.

Ehmed El-Yusif îşaret bi pêvajoya dagirkirina DAIŞ`ê ya bajêr kir û got di dîroka Minbicê de ew dema herî ne baş bû û wiha dewam kir: “Destpêkê çanda civakê kir armanc û hewldana çewisandina nasnameya çanda civaka Minbicê kir û bi zanebûn dixwest gel nezan bihêle da ku bi hêsanî kontrol bike."

El-Yusif ev nirxandin kir: "DAIŞ`ê ciwanên herî biçûk dikirin armanc ji ber ku bi hêsanî fikirên wan têne guhartin. DAIŞ`ê bi hemû rêbazan şerê çandê dikir, pirtûk qedexe dikir û tenê pirtûkên li ser bingeha fikirên tundraw ku xwe dispêre ayetên Quranê, dihişt ku bi awayekî şaş şîrove bike."

Ehmed El-Yusif wiha dewam kir: "Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ku di vê rêyê de gelek şehîd bûn, bajêr ji aliyê çandê ve xwe careke din ava kir, nivîsgeha navenda çandê careke din hate vekirin ku dema dagirkirina DAIŞ`ê bi temamî hatibû paşguhkirin."

El-Yusif bal kişand ser ku pêşketina Minbicê di aliyê çandê de û got: "Di pêvajoya 5 salên derbasbûyî de tevgera çandê ya bajêr bi pêş ket û çalakiyên çandê dîsa li dar dikevin. Her wiha hin rewşenbîr li Minbicê derketin pêş, li aliyekî din jî rê li pêşiya diyalog, nîqaş û pêşniyarkirina fikirên azad hate vekirin."

El-Yusif diyar kir ku piştî rizgarkirinê di pêvajoya 5 salan de qada perwerdeyê bi pêş ket û got: "Bi rêya dewreyan mamoste hatin perwerdekirin da ku perwerde vegere wekî berê."

Ehmed El-Yusif da zanîn ku Minbicê piştî rizgarkirina ne tenê di qada çandê de bi pêş ket, lê belê di hemû qadan de bi pêş ket û ev li axaftina xwe zêde kir: "Pêşketin di qada aborî, perwerde, ewlehî û aramiyê de jî çêbû. Her wiha guhartin di dan û standina di navbera pêkhateyan de jî çêbû û mafên xwe yên rewa bi dest xistin, her pêkhateyek ziman, çand û rê û resmên xwe bi awayekî serbest pêk anîn."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kdWSfaBpFfE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>