Encamên topbarana li ser gundewarên Zirganê

Ajansa me encamên topbarana hovane ya dewleta Tirk a li ser malên sivîlan û dibistanên li gundewarên navçeya Zirganê, belge kirin.

15 tebax, 2021   07:46
 HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Gundewarên başûrê navçeya Zirganê, Til El-Werd ê başûrê navçeyê, Rebîat ê başûrê navçeyê û Cidîdet Mîrzo roja înê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve bi dijwarî hatin topbarankirin. Topbaran ji baregeha li gundê El-Erade di hundirê xaka Tirkiyê de û baregeha gundê Enîq El-Hewa yê dagirkirî, dihat kirin.

Di encama topbaranê de ziyanên mezin gihaştin malên şêniyên gundên navborî. Her wiha bi dehan top li dibistana gundê Til El-Werd ketin. Ev cara duyemîn e ku dibistan ji aliyê dagirkeran ve tê topbarankirin, beriya vê carê jî di 5`ê Tebaxê de jî hatibû topbarankirin.

Her wiha di encama topbaranê de kehrebe bi temamî ji ser gundên navborî û navenda navçeya Zirganê hate qutkirin û toreya kehrebeyê zerar dît û ji xizmetê derket.

Jina temenmezin Qemer Dahir El-Hesen ku ji gundê Til El-Werd e, got: "Topbarana li ser gundê me hovane bû. Kurê min bi zehmetî ez ji malê derxistim."

Qemer wiha domand: "Piştî malên me zerar dîtin û mal û milkên me wêran bûn, em ê bi ku derê ve biçin."

Her wiha welatiya bi navê Hikûma Mihemed El-Dahir jî got: "Çeteyên dewleta Tirk bi sedan moşekan gundên me topbaran kirin. Gelek sivîl, kalepîr û zarok di gund de hene."

Hikûma El-Dahir bang li rêxistinên navneteweyî û NY`yê kir ku destwerdanê bikin.

Gundewarên navçeya Zirganê û Til Temirê bi awayekî rojane ji aliyê arêşa Tirk û çeteyên wê ve têne topbarankirin.

(bx)

ANHA