Li Efrînê ji ber zexta dagirkeriya Tirk jinekê xwe kuşt

Çavkaniyekî taybet ji Efrîna dagirkirî ragihand ku li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ji ber zextên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, jinekê xwe kuştiye.

Li Efrînê ji ber zexta dagirkeriya Tirk jinekê xwe kuşt
15 tebax, 2021   12:01
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ê nêzî malbata jina xwe kuştiye ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, diyar kir ku Ayşe Mihemed Xalid (20) êvara 13`ê Tebaxê xwe li mala xwe ya li bajarê Efrînê yê dagirkirî, xwe bi dar ve kiriye.

Çavkanî daxuyand ku Ayşe ji gundê Basûtê yê girêdayî navçeya Şêrawa ye, zewicî ye û zarokekî wê heye û li taxa Mehmûdiyê ya li Efrînê bi cih bûbû.

Her wiha destnîşan kir ku Ayşe ji ber zextên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê û tengavkirina şêniyan, xwe kuştiye.

(cx)

ANHA