Rêveberiya Xweser rewşa xizmetguzarî ya Til Birakê nîqaş kir

Şandeyek ji nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi rêveber û rûspiyên navçeya Til Birakê re civiya û mijarên xizmetguzarî li navçeyê nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser rewşa xizmetguzarî ya Til Birakê nîqaş kir
14 tebax, 2021   16:59
QAMIŞLO

Şandeyek ji nûnerên Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Desteya Aborî û Çandinî û Desteya Tenduristiyê yên Herêma Cizîrê serdana navçeya Til Birak a kantona Qamişlo kirin. Şande bi rêveberiyên saziyên xizmetguzarî û şêx û rûspiyên navçeyê re civiya.

Di civînê de mijarên xizmetguzarî yên girêdayî aborî, çandinî û tenduristî û rêbazên çareserkirina kêmasiyan nîqaş kirin.

Derbarê civînê de hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê Silêman Ereb ji ANHA'yê re axivî û got: "Gelek mijarên girîng ên xizmetguzariyê hatin nîqaşkirin û biryar hatin girtin. Ji biryarên hatine girtin, destpêkirina projeya enerjiya ceyranê ya stasyona Rewfa, projeyên din girêdayî çareserkirina xetên kanalîzasyonê, zêdekirina miqdara ard ji bo firneyan, dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê û ambulansan, şopandina dermanxaneyan ji aliyê komîteyên têkildarî ve û aktîvkriina navenda êm a Til Birakê."

ANHA