Çeteyên Tirkiyê  li Efrînê daran dibirin û malan difiroşin

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji kantona Efrîna dagirkirî dane, çeteyan derdora 280 darên zeytûn û gûzan birîn û milkên niştecihên resen difroşin.

Çeteyên Tirkiyê  li Efrînê daran dibirin û malan difiroşin
14 tebax, 2021   15:50
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 12'yê Tebaxê li gundên Çoqê û Stêr ên navenda bajarê Efrînê derdora 130 darên zeytûnan ên şêniyan birîn.

Li gorî çavkaniyan, li gundê Coqê 90 darên zeytûnan ên Osman Hemo û li gundê Stêr 40 dar ên welatiyê bi navê Nûrî Mihemed hatin birîn.

Li navçeya Bilbilê jî di heman rojê de çeteyên "Lîwa Şemal" derdora 90 darên zeytûnan û 10 darên gûzan ên şêniyê bi navê Resûl Mihemed birîn.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku kesên li Cindirêsê jî bicih bûne, derdora 50 darên zeytûnan ên Ebdo Murad ê ji gundê Keferdelê birîn.

Li navenda bajarê Efrînê jî çeteyên "Ehrar El-Şerqiye" dest danîn ser avahiya Komeleya Buhar  a nêzî navenda çandê. Komele ayidî şêniyê bi navê Mihemed Mistefa Elî yê ji gundê Bablîtê ye.

Li aliyekî din jî çeteyên "Ehrar El-Şerqiye" mala Cûma Mihemed a li derdora çerxerêya Maratê bi 2 hezar dolarî firotin kesekî ji Helebê. Cûma Mihemed Kurdekî gundê Xelnêrê ye.

Li gorî çavkaniyan, kesek ji herêma Qelemon a gundewarê Şamê ku li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê bicih bûye, mal û dikana welatiyekê bi navê Ramî Îbrahîm ê ji gundê Dêr Sewan ê navçeya Şerayê firotin. Çavkaniyan diyar kir ku mal bi hezar û 400 dolarî û dikan bi 800 dolarî firotin çeteyekî "Feyleq El-Şam" ku ji Idlibê ye.

ANHA