​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Eyn Îsayê hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên ji Girê Spî salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Eyn Îsayê hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Eyn Îsayê hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Eyn Îsayê hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Eyn Îsayê hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Eyn Îsayê hate pîrozkirin
​​​​​​​Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Eyn Îsayê hate pîrozkirin
14 tebax, 2021   17:02
EYN ÎSA

Pîrozbahî ji parka giştî ya naverasta navçeyê ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî ve hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdullah axivî salvagera Pêngava 15'ê Tebaxê li rêbr Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û berxwedêrên li hemberî dagirkeriya Tirk pîroz kir û got: "Têkoşîna çekdarî di 15'ê Tebaxê de dest pê kir, bi saya wê em li hemberî planên dagirkeriyê yên li ser xaka gelê aştîxwaz disekinin."

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo jî salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û şervanên azadiyê pîroz kir û got: "Soz didim ku li ser xeta lehengên ku çirûska têkoşîna çekdarî ya 15'ê Tebaxê li hemberî dagirkeriya Tirk pêxistine, didim."

Piştî axaftinan çalakiyên hunerî hatin lidarxist; Koma Zarokên Koçberên Girê Spî û Koma Şehîd Botan Kobanê stran pêşkêş kirin.

Şahî bi diruşmehên silavkirina şehîd û berxwedanê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FBURdX3q-98" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>