Hêzên hikumeta Şamê rojavayê gundewarên Helebê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê rojavayê gundewarên Helebê topbaran kirin. Li aliyekî din çeteyên El-Fetih El-Mûbîn ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hêzên hikumetê yên li herêmê, kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê rojavayê gundewarên Helebê topbaran kirin
14 tebax, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavêdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê gundê Kefer Tehal ê rojavayê Helebê topbaran kir. Di encama wê de jinek û zarokek birîndar bû. Her wiha top li gundê Kefer Ema yê rojavayê Helebê jî ketin.

Girêdayî heman mijarê çeteyên odeya operasyonên El-Fetih El-Mûbîn ên girêdayî dewleta Tirk bi top û moşekan kombûnên hêzên hikumeta Şamê û çavkaniyên topbaranê yên li rojavayê gundewarên Helebê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê duh di saetên derengiya şevê de hemwextî ku hewl dida li eniya gundê El-Qahra yê Sehil El-Xal ê bakur rojavayê Hemayê pêşve biçe, gundên El-Ziyara û El-Enkawî yên Sehil El-Xab topbaran kirin. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

(bx)