Rojnameyên Erebî: Talîban ber bi Kabulê ve diçe

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa Efganistanê, şewatên ku li gelek welatan rû dane û aloziya li Tunisê nivîsandin.

Rojnameyên Erebî: Talîban ber bi Kabulê ve diçe
14 tebax, 2021   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

BATIRSOKA SAYGON LI KABOLÊ LI PEY WASHINGTONÊ YE

Destpêkê ji rewşa li Efganistanê di vî warî de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî:  Tevgera Talîban baregehên xwe yên berê yên li Başûrê Efganistanê vegerandin û ber bi Kabulê ve bi pêş ve çû. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkilî wê ragihand ku ji bo derxistina hemwelatî û dîplomatên xwe yên li Efganistanê dê bi hezaran leşkeran bişîne Efganistanê, di heman demê de metirsiyên Amerîka yên dubarebûna sînaryoya Saygonê hene ku di 1975`an de amerîkî neçar man ji paytexta Vietnamê ya li başûr vekişin.

Ji ber ku rêveberiya Joe Bîden heta dawiya vê mehê xwe li vekişîna plankirî ya ji Efganistanê girt, rexneyên Komarparêzan ên li ser siyasetên Serokdewletê yê demokrat zêde bûn û Serokê kêmneteweyên komarparêz ê Senatoyê Mîtç McConnell got:"Eger serok Biden zû rê neguherîne, Talîban li ser rêya serkeftineke mezin a leşkerî ye." McConnell got ku derxistina  karmendên amerîkî ji balyozxaneya Kabulê û şandina hêzên leşkerî ji bo piştgirîdayîna derxistinê tê wateya amadekariyên binketina Kabulê, her wiha hişyarî da û got: "Biryarên serok Biden me dixe nava rewşeke ji hilweşîna saygonê ya şermûk a di sala 1975'an de, xirabtir."

BÊ AXAFTINA LI SER KOMPLOYAN, YEWNANISTAN ŞEWAT XISTE BIN KONTROLÊ

Der barê şewatên ku li gelek welatan çêbûne rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Yewnanîstan di kontrolkirina şewatên mezin ên welêt de bi ser ket, tevî ku tevahiya başûrê Ewropayê li pêşberî gelek jêderên şewatê di rewşeke baldar de ye, ku pêla germê ya zêde van şewatan gurtir dike.

Rayedarên Yûnanistanê xwe ji fikra komployê ya li pişt şewatan û belavbûna wê ya bi lez dûr xist, berovajî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Cezayîrê Ebdulmecîd Tabûn ku ji bo binkeftina xwe binixumînin, xwestin dijminên xeyalî tawanbar bikin ku ew li pişta van agiran in."

IXWANÊN TUNISÊ LI ÇARESERIYEKÊ DIGERIN

Li ser karûbarên Tunisê, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: "Ixwanên Tunisê hê jî li korîdorekê digerin da ku ji çargoşeya tecrîda siyasî û civakî derkevin, bi taybet piştî ku her kes li derdora wan veziqitîn. Êdî hundir têra wan nake û ji derve jî kesek piştgiriya nade wan. Hemû hewldanên wan ên ji bo qezenckirina beşek ji raya giştî li welat û derveyî welat têk çûn. Tevgera El-Nahda ji bo wê niha li ser armanca herî girîng a tektîkî kar dike, ew jî wekî partiyeke siyasî parastina xwe dike. Ji bo ku di dosyayên terorê û gendeliyê de neyên darizandin, serokên wê neçar man piştgiriyê bidin tedbîrên awarte yên Serokkomar Qeys Seîd ên 25'ê Tîrmehê.