Li Efrînê welatiyekî din hat revandin

Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyekî navçeya Cindirêsê dema vegeriya gundê xwe, revand.

Li Efrînê welatiyekî din hat revandin
14 tebax, 2021   07:34
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku îstixbarata dewleta Tirk a dagirker di 12`ê Tebaxê de şêniyê bi navê Ismet Ehmed Xelîl ê ji gundê Satiya yê navçeya Cindirêsê revand.

Li gorî heman çavkanî, çeteyan li hemberî serbestberdana Xelîl, ji malbata wî 500 dolarên amerîkî xwestine. Heta amadekirina vê nûçeyê jî Xelîl hîna nehatiye berdan.

Gelek endamên ENKS`ê koçberên Efrînê teşwîq dikin ku vegerin Efrînê û îdi dikin ku çete nêzî wan nabin, lê belê dema welatî vedigerin malên xwe yekser têne revandin.

(şx)

ANHA