'Divê Komkara Ereban erka xwe ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê bi cih bîne'

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd bang li hikumeta Şamê û Komkara Ereban kir ku li hemerî êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê helwesteke xurt nîşan bidin

'Divê Komkara Ereban erka xwe ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê bi cih bîne'
14 tebax, 2021   07:12
MINBIC –EHMED QERACA

Di vê dawiyê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê ku sivîl lê dimînin zêde kirin. Li hemberî van êrişan civata navneteweyî û Komkara Ereban tu helwest nîşan nedane.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbic û gundewarê wê Ezab Ebûd got, piştî rizgarkirina Minbicê ji terora DAIŞ û serkeftina projeya Rêveberiya Xweser a biratiya gelan û beşdarbûna hemû pêkhateyan di avakirina Minbic û parastina wê de, gelek hêzên hundirîn û derve hewl dan van serkeftinan têk bibin.

Ezab Ebûd diyar kir ku ji wan hêzên destpêkê dewleta Tirk e ku bi domdarî gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dike da ku projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Ezab Ebûd wiha dewam kir: "Tevahî gelê Sûriyê asta bikaranîna dewleta Tirk ji aloziya Sûriyê re dizanin ku dixwaze berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin û serdema împratoriya Osmanî ne tenê li Sûriyê, di heman demê li Iraq û Lîbyayê û dewletên din vegerîne."

Ezab her wiha bêdengiya civata erebî ya li hember êrişên Tirkiyê şermezar kir û got: "Têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û sûcên dewleta Tirk ên li dijî jin û zarokan, koçberkirina bi zorê û guhertina demografîk tu daxuyanî ji aliyê Komkara Erebî ve nehatin dayîn."

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê banga li hikumeta Şamê kir ku berpirsyartiya xwe ya parastina serdestiya xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk re pêk bîne û got: " Divê civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan helwesteke cidî nîşan bidin û binpêkirinên Tirkiyê yên li Sûriyê rawestînin."

Ezab diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide bi êrişên xwe yên bê serûber ên li ser Minbicê armancên xwe pêk bîne û anî ziman ku bi saya Meclisa Leşkerî ya Minbicê û pêkhateyên Minbicê ev armanc bi ser neketin.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê di dawiya axaftina xwe de got:"Em Partiya Sûriya Pêşerojê û şêniyên Minbicê bi xeta niştimanî ve girêdayî ne û bi gelê xwe re ne da ku bi aramî û rûmet bijî. Her wiha piştgiriya QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê dikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZMvbebFMQH0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>