Aram Hena: Hêzên me li hemberî êrişan mafê parastina rewa bi kar tînin

Berdevkê QSD'ê Aram Hena têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Til Temirê got: "Hêzên me mafên xwe yê parastina gelê herêmê pêk bîne."

Aram Hena: Hêzên me li hemberî êrişan mafê parastina rewa bi kar tînin
13 tebax, 2021   20:34
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Ji vê sibehê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran dikin û di encamekê de şênî ji gundên têne hedefkirin koçber dibin. Li hemberî vê yekê hêzên Rûsyayê qaşo garantorê agirbestê ne bêdeng in.

Têkildarî mijarê Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena postek li ser hesabê xwe yê facebookê belav kir û wiha tê de got: "Ji sibehê ve hêzên dagirker derdora navçeya Til Temirê, bi taybet eniya bakur ber bi Derdara, Micîbra û Şêx Elî ve dike hedef. Hêzên dagirker di topbarana li ser cihên navborî de çekên giran û obusan bi kar tînin. Di encamê de ziyan gihiştin malên sivîlan û zeviyên çandiniyê yên derdorê.

Di çarçoveya parastina rewa de ku di hemû zagon û belgeyên navneteweyî de hatine destnîşankirin, hêzên me yên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî hemû tedbîrên parastinê yên pêwîst girtine da ku ewlehiya sivîlan misoger bike û wn ji gund dibin cihên ewletir.

Hêzên min tavilê bersiva jêdera topbaranê dan û ziyan gihandin çeteyan. Em teqez dikin ku em di bikaranîna mafên xweparastinê li hemberî hemû kesên ku êrişî me, gundê me, gel û pîroziyên me dikin dudilî nabin.

Di gelek boneyan de û herî dawî di civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD'ê de, me teqez kiribû û hîna jî me teqez dikin ku divê xebatên hêzên çekdar ên Rûsyayê di çarçoveya kontrolkirina herêmên şer û parastina agirbestê û rawestandina binpêkirinên li dijî gelê me yê li cihê ewle de zêde bibe."

ANHA