ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-08-2021
13 tebax, 2021   23:00

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi diruşma "Bi berxwedana biratiya gelan em ê teror û dagirkeriyê têk bibin" semînerekê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 5'an a rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê meşeke bi meşeleyan li dar dixe, saet 20:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêxê êla El-Elî, Remadan El-Rehal got sûcên ku li dijî Sûriyan tê kirin ji bo dewleta Tirk ku 400 sal welatên Ereban dagir kir ne tiştekî nû ye. El-Rehal bang li dewletên ereb kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê rêxistina “Siwêda berî her tiştî” Merwan Medah got ku di bingeha Rêveberiya Xweser de li Siwêdayê ji aliyê ewlehiyê ve pêşketin heye, lê belê heta niha koalîsyoneke siyasî pêk nehatiye. Her wiha Medah rewşa rêveberiyê û ewlehiyê ya li Siwêdayê nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê li ser bangewaziya welatiyan pêk hat û ji bo wan berbangeke nû bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî rojiya 15 rojan, suryanên ortodoks ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên pîrozkirina ‘Cejna Tirî’ dikin. . (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Pêngava 15`ê Tebaxê ronesansa Kurdan a serdema nû ye. Ev ronesans îro bi pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, modeleke nû ya jiyanê li Rojhilata Navîn diafirîne. (BI WÊNE).

- Malbatên gerîlayên şehîd nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re nîşan dan û aqûbeta gerîlayên ku li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê hatine revandin pirsîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd bang li hikumeta Şamê û Komkara Ereban kir ku li hemerî êrişên dewleta Tirk ên li ser Sûriyê helwesteke xurt nîşan bidin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endamên Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê banga serbestberdana nûnerên RJAK'ê yên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, kirin û diyar kirin ku PDK`ê li siyaseta pergalên kapîtalîst dijî jinan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di dîroka Kurdan de ku ev sed sal e bi qirkirinê rû bi rû ye, 15’ê Tebaxê di têkoşîna hebûnê de roja vejîn û serkeftinê ye. Di sedsala 20'an de Kurd bi komkujiyan re bi rû man, tevî ku bi dehan serhildan pêk anîn jî ji bo ku jiyaneke azad a bi ziman, çand û baweriya xwe bidomînin. Bê guman sedemên vê yên navxweyî û derve hebûn. Rêbazên hişmendî, birêxistinbûn û têkoşînê, her wiha hegemonya û berjewendiyên hêzên herêmê, ji bo serneketina van serhildanan xwedî timayên girîng bûn. Ya herî girîng jî, armanca yekane nebûna rêbertî û birêxistinbûneke neteweyî bû ku Kurd li dora wê bibin yek. Cudahiya PKK'ê ev e ku bûye tevgera azadiyê ku pêşengî ji gerîlatiya sedsala 20'an re kiriye.

ANHA