Ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin

Malbat, parêzer û wasîsê rêber Abdullah Ocalan, ji bo ku duşemê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serlêdan hat kirin
13 tebax, 2021   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Nevroz Uysal, Ibrahîm Bilmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo ku duşemê miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Mehmet Ocalan, birayê rêber Abdullah Ocalan û wasîsê Ocalan Mazlûm Dînç, malbatên girtiyên din ên Imraliyê Omer Hayri Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.