Hisên Omer: Divê siyasetên dijminane yên PDK`ê werin eşkerekirin

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Omer pêwîstiya eşkerakirina siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê ji raya giştî ya Kurd re piştrast kir û diyar kir ku armanca sereke ya PDK`ê parastina berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û berjewendiyên xwe yên partiyetî ye.

Hisên Omer: Divê siyasetên dijminane yên PDK`ê werin eşkerekirin
13 tebax, 2021   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Ruxmî bangewazî û bangên civaka Kurd, hîna jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî Kurdan di şexsê Tevgera Azadiya Kurdistanê de didomîne. Dewleta dagirker a Tirk bi salan e bi hevkariya rasterast a bi PDK'ê re li dijî Tevgera Azadiyê êrişan pêk tîne.

Ji destpêka sala 2021 'an ve artêşa Tirk a dagirker êrişên dijwar li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Herî zêde Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef. Dewleta Tirk bi taybet di êrişa 10 'ê Sibatê ya li ser herêma Garê û beriya wê li herêma Heftanînê de derbên giran xwarin.

23'yê Nîsanê artêşa Tirk li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi operasyoneke berfireh kir û hê jî nekariye encamekê bi dest bixe. PDK'ê jî bi avakirina baregehên leşkerî li qadên Hêzên Parastina Gel (HPG) rasterast destekê dide dewleta Tirk a dagirker. Di wê çarçoveyê de çekên giran li gelek qadên gerîla bi cih kirin û hêzên xwe ber bi Herêmên Parastina yên Medyayê ve xistine tevgerê.

Di 26 'ê Tîrmehê de PDK'ê li navçeya Xelîfanê li dijî komeke girêdayî HPG`ê êriş pêk anî û heta niha çarenûsa wê komê ne diyar e. Her wiha beriya ev demek e nûnerê Rêveberiya Xweser revandiye û di 3 'ê Tebaxê de jî 3 çalakvanên jin ên Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê di dema ketina Hewlêrê de girtin.

DIVÊ DÎROKA PDK`Ê BAŞ BÊ NASKIRIN

Têkildarî mijarê nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Omer ji ajansa me re axivî û got: "Ji bo em rastiya siyasetên PDK yên li dijî Kurdan û herêmê nas bikin, divê em li dîroka damezrandina vê partiyê ya sala 1946'an vegerin. Hegemonya malbata Barzanî nas bikin. Ev malbat xwedî taybetmendiyeke eşîrî ye. Di dema damezrandina partiyê de Mela Mistefa Barzanî tevî 500 çekdarên êla Barzanî li Rojhilatê Kurdistanê bû. Di rojên şoreşa Qadî Mihemed de û piştî têkbirina şoreşê di encama xiyanetê de, Mele Mistefa Barzanî çû Rûsyayê. Piştî vegerê wî serokatiya PDK`ê kir. Di encamê de nîqaşek çêbû û Îbrahîm Ehmed û Mam Celal Talabanî ji partiyê veqetiyan.”

Omer diyar kir ku malbata Barzanî bi temamî dest daniye ser PDK`ê ku veguheriye partiyeke eşîrî ya malbatî û di bin navê doza gelê Kurd de ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne, bi kar anî û ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Malbata Barzanî ragihand ku ew ê pêşengiya Kurdan bikin. Heta radeyekê bi bihaneya pêşengiya gelê Kurd karî vê yekê di nava gelê Kurd de bi cih bike. Malbata Barzanî hemû derfetên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi vî rengî dixe bin xizmeta xwe."

SIYASETÊN TASFIYEKIRINÊ

Omer daxuyakirin ku malbata Barzanî piştî sala 1965'an siyaseta tasfiye û kuştinê li dijî hemû kesên ku li dijî wê disekinîn an jî jê vediqetiyan, meşand û hemû kesên li gorî perspektîfên wê tevnedigeriyan û yên ku nêzîkatî û siyasetên wê yên malbatî yên li çar parçeyên Kurdistanê red dikirin tasfiyekirin, mînka wê jî Dr.Şivan yê ku hatiye tasfiyekirin e.

Omer diyar kir ku malbata Barzanî ji sala 1970`yî heta 1975`an destê xwe danî ser hemû tiştên têkildarî Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Başûr û rê neda tu kesî û wiha domand: “Ji ber vê yekê komeke rewşenbîran ji partiyê dûr ket. Dema ku li Başûr behsa bidestxistina xweseriyê dihat kirin, Malbata Barzanî serweriya xwe heman bêje bi temamî li ser Başûr ferz kir.”

Omer wiha pê de çû: "Piştî ku malbata Barzanî ragihand ku ew dev ji şoreşê berdidin (piştî peymana Cezayirê ya sala 1975`an), pêşmerge û alîgirên malbatê ji Başûrê berê xwe dan Îran û Tirkiyê, fermandarên malbatê yên ku serokatiya PDK'ê dikirin jî çûn Îranê û heta 1979'an xwe dan aliyekî. Piştre careke din piştî ku PDK`ê di bin navê fermandariyeke demkî de xwe ji nû ve bi rêxistin kir, ji nû ve derketin holê û malbata Barzanî careke din dest danî ser partiyê û ji aliyê Mesûd û Îdrîs Barzanî ve hate birêvebirin."

PÊVAJOYA PIŞTÎ 1979`AN

Piştî ku rêxistina PDK'ê di bin navê serokatiya demkî di sala 1979`an de hat ragihandin, partiyê (malbata Barzanî) siyaseteke dijminane li dijî her rêxistineke Kurd, tevger an jî partiyên ji bo doza gelê Kurd şer dikin û li gorî berjewendî û perspektîvên malbata Barzanî tevnagerin, meşand. Di vî warî de Omer got: "Tê bîra min di sala 1980'î de piştî hilweşîna hikumeta Şah û hatina Xamînaî ya li ser desthilatdariyê li Îranê, Elî Ewnî ku fermandarê pêşmergeyên PDK`ê bû bi rêya vîdyoyeke li lûtkeyeke çiyayên Kurdistanê derket û diyar kir ku wan bi hevkariya hêzên Îranê li dijî pêşmergeriyên PDK-Îranê di rojên şehîd Qasimlo de dest bi operasyonê kirin û bi sedan pêşmergeyên Qasimlo tasfiye kirin."

Omer eşkere kir ku tişta behsa wê hatiye kirin hinek ji siyasetên PDK'ê yên li dijî tevgerên Kurdî ne û wiha got: "Di şerên navbera PDK û YNK'ê de bi hezaran ji gelê Kurd ji bo berjewendiyên partiyetî û malbatî şehîd bûne, lê ne ji bo doza Kurd. "

`GELEK JI MALBATA BARZANÎ JI VE SIYASETÊ NE RAZÎ NE`

Omer got:"Li vir dixwazim destnîşan bikim ku siyasetên PDK'ê xizmetê ji hinek malbata Barzanî re dike, ji ber ku hinek ji malbatê ji vê siyasetê ne razî ne."

Omer piştrast kir ku serkêşa desthilatdar a malbata Barzanî ku serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike, dijminatiya hemû tevgerên Kurdan dike û got: "Piştî avabûna PKK'ê û ragihandina têkoşîna çekdarî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî PKK'ê dest bi tevgerê kir."

Her wiha diyar kir ku ji damezrandina PKK'ê û vir ve PDK'ê destê xwe kiriye destê dewleta Tirk a dagirker û her tim dixwaze PKK'ê tasfiye bike û got: "PDK'ê di sala 1992'yan de bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker êrişî gerîlayên PKK`ê yên li Çiyayê Kurdistanê kir û li wê derê şerên giran qewimîn. Di encamê de bi sedan gerîla PKK`ê şehîd bûn."

`METIRSIYÊN SIYASETÊN PDK`Ê`

Hisên Omer destnîşan kir ku PDK'ê bi salan e ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike û armanca wê ya sereke jî parastina berjewendiyên dewleta Tirk û berjewendiyên xwe yên kesayetî ne. Omer wiha berdewam kir: "PDK`ê baş dizane ku PKK hemû gelê Kurd temsîl dike û PKK`ê hebûna gelê Kurd û gelên herêmê ye. "

Di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser pratîkên PDK`ê û zirarên ku digihîne doza gelê Kurd û got: "Ev malbat (Malbata Barzanî) li ku derê be dijminatiya hemû tevgerên Kurdan ku ji bo doza kurdan têdikoşin, dike. PDK'ê wê siyaseta xwe ya dijminane ya li dijî Kurdan bidomîne, madem hinek hinek Kurd hîna jî destekê didin wê. PDK`ê bi hemû rêbazan hewl dide PKK'ê tasfiye bike."

Omer di berdewama nirxandinên xwe de destnîşan kir ku hebûna PDK`ê girêdayî hebûna hin hêzên herêmî yên li herêmê yên wekî Amerîka û dewleta Tirk e û wiha got: "Ev partî çiqas hêza xwe xurt be nikare xwe li ber zehmetiyan li ber xwe bide. Ger êrişek pêk were wê ji Kurdistanê birevin û gelek mînak hene ku vê yekê piştrast dikin."

Omer bal kişand ser bangewaziyên dubarebûyî yên ji bo pêkanîna yekitiyê û got: "Divê siyasetên vê partiya malbatî li ber raya giştî ya Kurd bên eşkerakirin. Divê hemû belgeyên ku hevkariya wê bi dijminên Kurdan re eşkere dikin, derkevin holê. Divê gelê Kurd rastiya vê partiya malbatî û zerara ku dide doza Kurd û têkoşîna azadiyê nas bike. Ev jî berpirsyariya rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran e."

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Omer di dawiyê de piştrast kir ku yekane rêya rêgirtina li pêşiya malbata PDK'ê ew e ku rastiya wê û hevkariya wê ya nêz bi dagirkerên Kurdistanê re werin eşkerekirin û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Pergalên li Tirkiyê, Îran û Sûriyê ji bo berjewendî û armancên xwe, ev partiya malbatî bi kar anîn û hîna jî bi kar tînin. Divê Kurd vê yekê baş bizanibin."

(şx)

ANHA