Hikumeta Tirk nûçegihana Jinnewesê Bêrîtan Canozer destgîr kir

Polîsên Tirk vê sibehê bi ser mala nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer ya li Amedê de girt û ew destgîr kir.

Hikumeta Tirk nûçegihana Jinnewesê Bêrîtan Canozer destgîr kir
13 tebax, 2021   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer ji ber lêpirsîneke têkildarî wê, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di serdegirtina mala wê de hate destgîrkirin.

Canozer piştî lêgerîna li malê birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê.

Di rapora îsal ya Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas ya têkildarî azadiya çepemeniyê de ku 180 welat di nav de ne, dewleta Tirk di rêza 153`an cih girt.

Dewleta Tirk di gelek raporên têkildarî azadiya çapemeniyê de wekî girtîgeha herî mezin ya rojnamevanan li cîhanê, tê hesibandin.

(cx)