​​​​​​​Partiya Pêşketin û Guhartin a Neteweyî ya Demokratîk hate avakirin

Partiya Pêşketin û Guhartin a Neteweyî ya Demokratîk 1’emîn kongreya xwe ya demezrîner li navçeya Şedadê li dar xist.

​​​​​​​Partiya Pêşketin û Guhartin a Neteweyî ya Demokratîk  hate avakirin
12 tebax, 2021   13:49
HESEKÊ

Di kongreyê de nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û saziyên sivîl amade bûn.

Di kongreyê de partî hat danasîn, hat gotin ku ev partî partiyekî gel e û nûnertiya tevahî çînên civakê dike.

/ar/uploads/files/2021/08/12/123538_hzb-alttwyr-waltghyyr-alwtny-aldymqraty-yaqd-mutmrh-altasysy-alawl-fy-alshdady-28329.webp

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hate kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin û divê ezmûna Rêveberiya Xweser li tevahî Sûriyê were pêkanîna da ku gelên herêmê bi ewle, azad û demokratîk bijîn.

Di kongreyê gelek axaftin ji hêla endamên partiyê û saziyên sivîl ve hatin kirin, di axaftinan de lidarxistina kongreyê hate pîrozkirin û hate gotin ku hêvî dikin ev partî têkeve xizmetî gel û beşdarî avakirina Sûriyeke azad û demokratîk bibe.

Sekreterê giştî yê partiyê Îbrahîm El-Xelîl jî wiha got: "Îro li navçeya Şedadê 1’emîn Kongreya damezrîner a Partiya Pêşketin û Guhartina Neteweyî ya Demokratîk hat lidarxistin, piştî civîna Komîteya Rêveberiya Giştî û Komîteya Siyasî ya partiyê sekreterê giştî yê partiyê hat erkdarkirin."

/ar/uploads/files/2021/08/12/123504_abrahym-alkhlyl.webp

El-Xelîl da zanîn ku di kongreyê de rêziknameya partiyê  û armanca sereke ya partiyê hat şîrovekirin û got, armanc tevahî pêkhateyên herêmê di xwedîderketin û avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi awayekî aktîf beşdar bibin.

(fr)

ANHA