Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji bo nîqaşkirina li ser rewşa xizmetguzarî ya li kantona Qamişlo civîneke ji şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û siyasetmedarên Suryan re li dar xist.

Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
Rêveberiya Xweser bi şêx û rûspiyên eşîrên Qamişloyê re civiya
12 tebax, 2021   15:14
QAMIŞLO

Ev civîn di çarçoveya nîqaş û lêkolînkirina li ser rewşên xizmetguzarî û aborî yên li herêmê û guhdarîkirina li xwestek û pêşniyarên rûspî û şêxên eşîran de hat lidarxistin.

Civîn li hola Zana ya Qamişlo li dark et, tê de şêx û rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb û kesayetên Suryan, desteyên têkildarî rewşa xizmetguzarî û meclisên qanûnsaz û rêveberî yên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê amade bûn.

Di civînê de du mijar hatin nîqaşkirin; rewşa siyas û rewşa xizmetguzarî ya li herêmê. Mijara yekemîn a girêdayî rewşa siyasî li herêmê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb şîrove kir û wiha got: "Ji destpêka krîza Sûriyê ve rêya Rêveberiya Xweser ji ya hikumeta Şamê cudatir bû. Rêveberiyê rêya sêyemîn bi rêya damezrandina Rêveberiya Xweser,YPG û YPJ’ê vebijart. Rêveberiya Xweser heta astekê binesaziya civakî û herêmên heyî heta niha parast û gelek herêmê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin."

Hebîb bal kişand ser astengiyên li pêşberiya herêmên Rêveberiya Xweser û wiha domand: "Ji dozên herî girîng ên li hemberî herêmê derketine, çeteyên DAIŞ’ê bû, di vî warî de helwesta dewleta Tirk pir eşkere û zelal bû, dewleta Tirk li pêş tevahî çeteyên ji cîhanê sînorê xwe vekir da ku gendelî û xerabiyê li welat belav bike, bi buhaneyên derew û ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê li beramber gefan e, gelek bajarên Sûriyê ji Cerablusê bigire heta bi Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."

Rêveberiya Xweser gelek diyalog bi hemû hêzên siyasî yên li herêmê re çi muxalekfeta Sûriyê dibe çi jî hikumeta Şamê dibe çêkirin, têkildarî vê yekê Hebîb ev tişt got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) gelek diyalog bi hêzên niştimanî yên li hundirê Sûriyê û derveyî wê re li dar xistin, da ku kongreya niştimanî ya hêzên muxalefeta demokratîk re were lidarxistin û di encamê de bighêjin çareseriyeke siyasî û demokratîk ji aloziyê re. Lê hîn tu li hevkirineke lis ser çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re çênebûye."

Hebîb bal kişand li ser şerê taybet ê ku ji hêla hin aliyên hundirîn ve tê birêvebirin  û got: "Armanca wan derbekirina projeya Rêveberiya Xweser bû ku ew proje hewl dide tevahî sûriyan di bin sîwanekê de hembêz bike ku piştre ji çareserkirina krîza Sûriyê re amade bin."

Li aliyekî din jî Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yunis mijara duyemîn a civînê ku li ser rewşa xizmetguzarî ye şîrove kir. Yunis spasiya tevahî beşdarên ku banga Rêveberiya Xweser bersivandine, kir û wiha got: "Rêveberiya Xweser bi derfetên xweser û hevgirtina tevahî pêkhateyan, ji malzaroka vî gelî hat damezrandin."

Yunis  di dawiya got: "Bi yekitiya gel û vîna wê em li hember tevahî astengî, êriş û siyasetên dijmin bisekiniya ku hewl didan destkeftiyên vê rêveberiyê têk bibin sekinîn. Rêveberiya Xweser ji bo birêvebirina gel xwe bi xwe û bi derfetên xwe bêyî pişta xwe bidin aliyekî dîtir hat avakirin. Lê rêveberî niha rûbirûyî şerekî plankirî ye."

Beşdaran li ser pirsgirêk û rêbazên çareserkirinê nêrînên xwe parve kirin. Ji nîqaşên ku derketin pêş; rewşên xizmetguzarî û aborî bi rêya piştevaniya projeyên aborî û çandinî werin pêşxistin, madeyên sereke ji bo beşê çandiniyê werin peydakirin, rola zimhêrê baştir were aktîvkirin, kalîteya nan were başkirin û xetê avê û rê werin sererastkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mjTjwxpJchQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>