Jinan salvegera 5'an a rizgarkirina Minbicê pîroz kir

Bi boneya salvegera 5'emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke li dar xist.

Jinan salvegera 5'an a rizgarkirina Minbicê pîroz kir
12 tebax, 2021   13:24
MINBIC

15'ê Tebaxê salvegera 5'an a rizgarkirina Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Bi vê boneyê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê civîneke li goristana Şehîdan a başûrê bajar li dar xist. Dayik û hevjînên şehîdan û endamên saziyên jinan amade bûn.

/ar/uploads/files/2021/08/12/121955_mhadhrh-lmjls-e28093-almrah-fy-mnbj-bmnasbh-althkra-alsnwyh-lthryr-mnbj-12-8-2021-e280ab283058471829e280ac-e280abe280ac.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Îbtîsam Ebdulqadir axivî, salvegera rizgarkirina Minbicê li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kir û got: "Armanca ku me îro li vir kom kiriye bîraîna fedekariyên şehîdên me ne. Her sal mîna vê rojê em salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz dikin, roja xilasiya ji zulma DAIŞ'ê ye ku jin dikuştin, kole dikirin û tacawîz dikirin."

/ar/uploads/files/2021/08/12/121919_abtsam-abd-alqadr.webp

Îbtîsam diyar kir ku bi saya QSD û şêniyên Minbicê ji hemû pêkhateyên bajar rizgar bû û soza şopandina xeta şehîdan da.

Di dawiya de dayik û hevjînên şehîdan gul danîn ser gorên şehîdên.

ANHA