​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe carek din serî li dozgeriyê dan.

​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12 tebax, 2021   12:20
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Meha Çileyê 'cezayekî nû yê dîsîplînê' li rêber Abdullah Ocalan hate birîn. Dema vî cezayî 23'ê Adarê qediya, lê tevlî vê yekê jî bersiv ji serlêdanên parêzeran ên ji bo çûyîna Îmraliyê re nayê dayin.

Rêber Abdullah Ocalan li ser nerazîbûna raya giştî di 25'ê Adarê de karîbû bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive. Ev hevdîtin jî di nîvî de hatibû birîn.