Ciwanên Suryan ji hikumeta Şamê xwest ku Seîd Melkî serbest berde

Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû bang li hikumeta Şamê kir ku yekser Seîd Melkî serbest berde ku di 12`ê Tebaxa 2013`an de hatibû girtin û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Ciwanên Suryan ji hikumeta Şamê xwest ku Seîd Melkî serbest berde
12 tebax, 2021   10:24
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 8`an a girtina yek ji rêveberên suryanan Seîd Melkî meşek hat organîzekirin. Meş ji pêşiya Navenda Ciwanên Suryan a li taxa El-Wista ya Qamişloyê dest pê kir. Bi dehan endamên Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû û endamên Partiya Yekitiya Suryan tev li meşê bûn.

Beşdarên meşê siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û bang kir ku Seîd Melkî serbest were berdan.

Meş li pêşiya avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê Yekitiya Ciwanên Suryan a Pêşverû daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin: “Yek ji rêveberên suryanan Seîd Melkî di 12`ê Tebaxa 2013`an de ji aliyê saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê ve li Qamişloyê hat girtin. Çarenûsa wî mîna bi deh hezaran girtiyan ne diyar e ku ji ber ku nêrîna xwe derbirandin, bi awayekî hovane hatine girtin. Ev tedbîr ne tenê li dijî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan e, lê belê li dijî xebatên navneteweyî û biryarên Meclisa Ewlehiyê yên têkildarî dosyaya Sûriyê ne.”  

Di daxuyaniyê de yekitiyê bang li hikumeta Şamê kir ku çarenûsa Melkî eşkere bike û biryarên NY`yê bi cih bîne û piştgiriyê bide xebatên nûnerê navneteweyî da ku aştî li Sûriyê pêk were.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PN6sCz6_JLM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>