Balafirên Rûsyayê careke din êrişî gundewarên Idlibê kir

Vê sibê balafirên Rûsyayê careke din herêma Hirş El-Şêx Behir a Idlibê bi moşekan topbaran kir. Her wiha ji ber topên hikumeta Şamê yên li dijî gundewarên Idlib û Helebê gelek welatî birîndar bûn û hatin kuştin.

Balafirên Rûsyayê careke din êrişî gundewarên Idlibê kir
10 tebax, 2021   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibê ji ber topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser gundê Tedîl ê rojavayê Helebê zarokek hatin kuştin û birayekî wê bi giranî birîndar bû.

SOHR`ê diyar kir ku ji ber topên hêzên hikumeta Şamê yên li ser gundê Maarzaf ê çiyayê Zawiye kesek hatiye kuştin.

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê herêma Hirş El-Şêx Behir a Idlibê bi moşekan topbaran kir. Di dirêjahiya 24 saetan de ev êrişa duyemîn e.

Li derdora herêma navborî, gelek koçber û baregehên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene.

SOHR`ê duh sibê ragihand ku balafirên Rûsyayê li asîmanê Idlibê firiyane, hemwextî wê 6 caran êrişî herêma Hirş El-Şêx Behir kiriye.

(şx)