Çekdarên nenas li Derayê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirin

Çekdarên nenas êrişî navendeke hikumeta Şamê li çargoşeya ewlekariyê ya li bajarê Newa û bendeke kontrolê ya hêzên hikumetê li gundewarê Derayê kir. Di şerê di navbera her du aliyan de birîndar çêbûn.

Çekdarên nenas li Derayê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirin
10 tebax, 2021   10:07
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro berbangê, çekdarên nenas bi çekên sivik û bombeyên RBG êrişî bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê li bajarê Şêx Miskîn ê Derayê kirin. Di navbera çekdaran û endamên hikumeta Şamê yên li ser benda kontrolê de şer derket.

Di şer de ji her du aliyan birîndar çêbûn û zarokek jî bi guleyên bêserûber birîndar bû.

Li aliyekî din, çekdarên nenas êrişî navendeke hikumeta Şamê ya li çargoşeya ewlekariyê ya li bajarê Newa kir, lê agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatin bidestxistin.

SOHR`ê ragihand ku çekdarên nenas her wiha erebeyeke lojîstîkê ya girêdayî hêzên hikuemta Şamê li ser rêya Seyda-Kihêl li gundewarê rojhilatê Derayê kiriye hedef, di encamê de 3 leşkerên hikumetê birîndar bûne û rewşa yekî giran e.

(cx)