Kongreya Star têkildarî tecawizkirina li zarokek û jinekê bang kir

Kongra Star têkildarî tecawizkirina li zarokek û jinekê ji aliyê cendirmeyên dewleta Tirk a qirker ve banga xweparastinê kir. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk a faşîst bê dang nemînin.

Kongreya Star têkildarî tecawizkirina li zarokek û jinekê bang kir
10 tebax, 2021   10:41
QAMIŞLO

Îro têkildarî tecawizkirina li zarokek û jinekê, her wiha îşkenckirina ciwanan ji aliyê cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker ve li ser sînorê di navbera bajarê Qamişlo û Bakurê Kurdistanê de, Kongreya Star a kantona Qamişloyê  daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên kongreyê li pêşiya navenda Kongreya Star hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Ibtîsam El-Hisên ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst bi hemû rêbazan êrişên hovane li ser gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne bi hevkariya rejîma Sûriyê ku berî demekê hevpeymanek çêkirin ku sînorên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistan de bê vekirin da ku derfetê bide gel ji welatê xwe koçber bibe bi mebesta valakirina herêmê  û hêsankirina desteserkirina wê.

Di encamê vê hevpeymanê de jin û zarok tên tecawizkirin û ciwan tên îşkencekirin û kuştin.

Em wek Kongra Star tu carî îşkence, tecawiz û faşîzma ku li ser me tê meşandin ji hêla dijminê mirovahiyê ve, qebûl nakin û li hember van kiryaran em ê xeta berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Ji bo wê bangewaziya me li hemû gelê me ye ku nekevin bin bandora şerê taybet û berê xwe nedin koçberiyê û welatê xwe radestî dijmin nekin.

Bi taybet bangewaziya me ji jin û ciwan re heye ku heta dawiyê parastina xwe bikin û li xak û rûmeta xwe xwedî derkevin, her wiha bangewaziy me ji rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî re heye ku li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst bê deng nemînin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8XLguRb-z7Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>