‘Dewleta Tirk dixwaze gelên ku ramanê rêbertî esas girtine qir bike‘

Rêveberên Kongreya Star a herêma Firat got, dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwaze hemû gelên ku xwedî li ramanê rêbertî derketine, tune bike. Rêveberên Kongreya Star bang li şêniyan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dakevin qadan.

‘Dewleta Tirk dixwaze gelên ku ramanê rêbertî esas girtine qir bike‘
9 tebax, 2021   23:42
KOBANÊ

Dewleta Tirk bi armanca tunekirina hêviyên gelên ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan esas girtine, ji beriya çend salan ve tecrîdeke giran li ser wî ferz dike û rê nade ku malbat û parêzerên wê biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi wî re pêk bînin.

Rêveberên Kongreya Star a herêma Firatê got, armanca dewleta Tirk ew e ku gel ji fikirên Rêber Abdullah Ocalan dûr bixe.

 ‘DEWLETA TIRK DIXWAZE GELÊN HERÊMÊ JI RAMANÊ RÊBERTÎ DÛR BIXE‘

Ji rêveberên Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen wiha got, dewleta Tirk dixwaze bi ferzkirina tecrîda li ser rêbertî têkiliya di navbera fikirên wî û gel de qut bike, ji ber ku baş dizane ku felsefeya rêbertî di dilê her Kurdekî de hatiye çandin.

Hedle Hesen wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd dûrî xwestekên wê bixe. Her wiha dixwaze parçebûnê têxe navbera gel û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku wî ber bi azadiyê ve dibe. Li aliyekî din jî dixweze tevlîheviyê di navbera Kurdan de derxîne. Erka her Kurdekî/ê ye ku hişyar be û hevgirtî bin da ku li dijî planên dewleta Tirk bi ser bikevin û da ku em tecrîda li ser rêberê xwe bişkînin."

Hedle Hesen di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê qirkirina gelê Kurd e, di heman demê de dixwaze hemû gelên ku fikir û felsefeya rêbertî esas girtine qir bike û got: "Êriş û komkujiyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne mînaka vê yekê. Dewleta Tirk bi van komkujiyan û belavkirina tirsê dixwaze gelên herêmê dûrî ramanê rêbertî bixe."

Hedle Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em rêya ku rêbertî nîşanî me daye bişopînin, dakevin qadan û zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîdê rakin, ji ber azadiya rêbertî azadiya hemû gelên herêmê ye.

 ‘DERKETINA FIKIRÊN RÊBERTÎ DERBEYEK LI HEMBERÎ FIKIRÊ BAVIKSALARÎ RE BÛ‘

Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a herêma Firatê Şevîn Gul Agasî ev tişt anî ziman: "Cara yekemîn e di dîroka Rojhilata Navîn de me rêberekî weke Abdullah Ocalan dît. Ji ber wê fikirên wî dibin armancên hemû dewletên şofînîst."

Şevîn destnîşan kir ku ji beriya 5 hezar sal ve gelê Kurd li ser fikirên baviksalarî dijî û wiha domand: "Derketina fikirê Rêber Abdullah Ocalan weke derbeyekê li dijî fikirên baviksalarî bû. Fikirên rêbertî mafên jinê dayê. Tişta ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewime pêkanîna fikirê biratiya gelan e ku tu cûdahiyê naxe navbera ti pêkhateyan û navbera jin û mêr û mafê wê di biryaran de da wê. Firkên bi vî awayî di civakan de kêm in."

Şevîn di dawiyê de bang li şêniyan kir ku li derdora fikirên Rêber Abdullah Ocalan kom bibin, dakevin qadan û têkoşînê xurt bikin heta ku tecrîda li ser rêbertî bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rIS98PVfSpM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>