Ehmed Dawud: Bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk da ku êrişên bidomîne

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Li hember van sûcan civaka navneteweyî bê deng e. Ehmed Dawud destnîşan kir ku bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk da ku sûcên xwe bidomîne.

Ehmed Dawud: Bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk da ku êrişên bidomîne
10 tebax, 2021   04:18
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û sûc li dijî sivîlan pêk tînin. Li hemberî van sûcan civaka navneteweyî bêdeng e, ev bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk da ku van sûcan berdewam bike.

 ‘DI NAVA BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DE SÛC DIDOMIN‘

Têkildarî mijarê Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawud wiha axivî: "Dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, hema bêje rojane herêmên Minbic û Eyn Îsayê û deverên din dike armanc, di encamê de sivîl dibin qurbanî."

Dawud bêdengiya navneteweyî ya der barê sûcên ku dewleta Tirk dike de  şermezar kir û ev tişt got: "Li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, bêdengiyeke navneteweyî û cîhanî heye, nexasim ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve. Divê rêxistinên navneteweyî helwesteke cidî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan nîşan bide."

Dawud destnîşan kir ku dewleta Tirk hemû nirx û pîvanên navneteweyî binpê dike û li pêşberî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan van binpêkirinan dike.

 ‘DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK WERE XWESTIN‘

Dawud îşaret pê kir ku divê rêxistinên mirovî û hiqûqî li hemberî dewleta Tirk dike bisekinin, erka xwe li hember gel pêk bîne û dawî li sûcên dewleta Tirk ên li herêmê bîne.

Ehmed Dawud destnîşan kir ku Rêxistina Mafên Mirovan  Herêma Firatê dê xebatên belgekirina sûcên dewleta Tirk dewam bike û ji aliyê pêwendîdar re bişîne heta ku hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de sivîl jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî jî di encama êrişa li ser gundê Sefawiyê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê 4 kes ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan.

30`yê Tîrmehê balafireke bê mirov a bi çek li ser rêya Kobanê – Heleb li gundê Qomçî yê başûrê Kobanê du erebeyên sivîlan bombebaran kir û di encama wê de 2 sivîl birîndar bûn.

Tê zanîn ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk sivîlên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Herî dawî jî mala Rêber Abdullah Ocalan li gundê Elpelûr, beriya wê jî maleke sivîlan li gundê Mûmît kir armanc. Di 23'yê Hezîrana 2020'î de li gundê Helincê maleke bomebebaran kir, di encamê de 3 jinên çalakvan, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî şehîd bûn.

Tevî bang û xwestekên rêxistinên hiqûqî û mirovî da ku sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê were bidawîkirin, lê rêxistinên navneteweyî li hember vê yekê bêdeng in.

(bx)

ANHA