'Di şerê li dijî Kurdan de cudahî di navbera PDK û dewleta Tirk de tuneye'

Siyasetmendar û akademîsyen êrişa hêzên PDK'ê yên li ser gerîla bi xiyanetê bi nav kirin û gotin, di şerê li hemberî Kurdan de tu cudahî di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê de tuneye.

'Di şerê li dijî Kurdan de cudahî di navbera PDK û dewleta Tirk de tuneye'
10 tebax, 2021   00:47
HESEKÊ –BOTAN HISÊN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li dijî Başûrê Kurdistanê de didomîne.

26'ê Tîrmehê hêzên girêdayî PDK'ê li gundê Bêxme yê herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê êrişî komeke gerîlayan kir. Heta niha aqûbeta wan gerîlayan nayê zanîn.

'PDK Û DEWLETA TIRK ŞERÊ DEMOKRASIYÊ DIKIN'

Têkildarî mijarê, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebduselam Hiso diyar kir ku dîroka PDK'ê xwe dûbare dike û bi xiyanetê bi nav kir. Hiso got: "Siyaseta ku PDK'ê li Başûrê Kurdistanê dimeşîne siyaseteke desthilatdar e, berjewendiyên malbatî û kesayetî di ser her tiştî re digire."

Hiso destnîşan kir ku siyaseta PDK'ê bandoreke mezin li Kurdan û tevahî Kurdistanê dike û wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide Tevgera Rizgariya Kurdistanê di aliyê siyasî, çandî û fikirî de dorpêç bike û êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê encamên tevkariya bi PDK'ê re ye."

Hiso îşaret pê kir ku PDK'ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re şerê demokrasî û hewldanên gelan ên bidestxistina azadiya xwe dike û wiha pê de çû: "Ev yek eşkere di rêbazên û armancên her du aliyan de diyar dibe. Pergalên desthilatdar bi giştî dema ku hewl didin hêz û serweriya xwe li ser gelan ferz bikin xwe dispêrin siyasetmedar û rêxistinan ji van gelan. Em jî vê yekê di PDK'ê de dibînin ku bûye amûrek da ku Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê bi hêz bike."

Ebduselam Hiso da zanîn ku siyaseta PDK'ê bandoreke neyinî û rasterat li Başûrê Kurdistanê dike û ev yek bi bîr xist: "Dema ragihandina referandomê li Başûrê Kurdistanê Tirkiyê ya yekemîn bû ku li dijî wê derket û wê demê got, ez ê Kurdên Başûrê Kurdistanê dorpêç bikin, negot ez ê Mesûd Barzanî dorpêç bikin."

'GERÎLA PARÊZVANÊ KURDISTANÊ YE'

Endamê PYD'ê Ebduselam Hiso diyar kir ku HPG'ê parêzvanê hemû parçeyên Kurdistanê ye û ev li gotina xwe zêde kir: "Dema ku DAIŞ'ê êrişî Başûrê Kurdistanê kir û nêzî Hewlêrê bû, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî bang li HPG'ê kir, HPG'ê yekser bang bersivand û li hemberî xeteriya DAIŞ'ê sekinî."

'ÊRIŞA LI SER GERÎLA XIYANET E'

Hiso êrişa hêzên PDK'ê yên li ser gerîla bi xiyanek bi nav kir û ev pirsî, "Çawa êrişa hêzên ku ew parastin dike?"

Endamê PYD'ê Ebduselam Hiso di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku rastiya planên PDK û dewleta Tirk a dagirker re nas bikin û wiha bi dawî kir: "Her du alî ji bo qirkirina gelê Kurd dixebitin û Mîsaqa Millî pêk tînin, ev yekê di şehîdxistina gerîlayan, avakirina baregeyên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê, xistina aboriya Başûr bin desthilata dewleta Tirk û redekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê de diyar dibe."

' ÊRIŞÊN LI SER GERÎLA DIKEVIN XIZMETA DAGIRKERAN Û PDK'

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Hisên Hemawî jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tiştekî nû ye û got: "Di navbera her du aliyan de lihevkirin hene, ev yek di êrişên hevbeş ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên li ser gerîlayan, revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD de eşkere dibin. Ev lihevkirin xizmeta berjewendiyên her du aliyan dikin."

Hemawî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê xwedî armanc û li ser van armancan ev tişt got: "Dewleta Tirk dixwaze êrişên li ser gelê Kurd berdewam bike, da ku Kurd werin qirkirin û nehêle lêvegereke Kurdan were avakirin, PDK'ê jî dixwaze berjewendiyên xwe yên malbatî û statûya xwe biparêze."

'DI ŞERÊ LI HEMBERÎ KURDAN DE FERQ DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û PDK'Ê DE TUNEYE'

Hisên Hemawî da zanîn ku di şerê li dijî gelê Kurd de tu ferq û cudahî di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê de tuneye û wiha pê de çû: "Tirkiyê di bin perdeya îslamê û fetih de derbasî Rojhilata Navîn bû û kontrol kir, PDK'ê jî bi navê ku hêzeke Kurdistanî û parastina berjewendiyên gelê Kurd dike, ji bo berjewendiyên xwe dixebite. Di vî de em neqala êrişên wan ên li ser gerîla dikin, lê mînak li Rojava heman tişt çêdibe, dema ku diyalogên kurdî-kurdî dest pê dikin, ev diyalog ji aliyê partiyên girêdayî PDK'ê ve têne astengkirin, an jî piştî ku ew alî serdana Başûrê Kurdistnê diyalog asteng dibin."

El-Hemawî diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê hewcdarî serhildan û şoreşekê ne ku wan ji pergala desthilatdar xilas bike  û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gelê Başûrê Kurdistanê di pêvajoya partiya Baas a Iraqê de gelek azar kişandin, niha jî ji ber siyasetên desthilata Başûrê heman rewşê dijî, lê gel xwedî tecrûbe ye û beşek mezin dixwazin Kurdistan rizgar bibe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QS62ZFIXsqE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>