​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-08-2021
9 tebax, 2021   23:00

-Şêniyên Minbicê li dijî sûcên dewleta Tirk  a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin. Li hember van sûcan civaka navneteweyî bê deng e. Ehmed Dawud destnîşan kir ku bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk da ku sûcên xwe bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endameke Heyva Sor a Kurd qala êrişên 2018`an ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê kir û got: "Dîmenê ku laşê mirovan sar dike li ber çavê me çêbûn, balafiran bêserûber li her deverê didan, sivîl dişwitandin û laşê zarokan parçe dikir, qada nexweşxaneyê bûbû mîna gola xwînê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra El-Bû Xemîs a li Tebqayê got, divê projeya Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyê were pêkanîn da ku yekitiya xaka Sûriyê were misogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Di Şeran de ya Meclisa Kantona Hesekê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî zarokan tevahî peyman û mîsaqên navneteweyî bin pê dike û got, ji ber van sûcan divê rayedarên dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayika zarok Yûsif ê ku hevserokê wê îşkence lê kir got: "Hevserokê wê endamekê berî yê DAIŞ'ê bû, nedikarî roja xwe derbas bike bêyî ku xwîne nebîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rêveberên Kongreya Star a herêma Firat got, dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwaze hemû gelên ku xwedî li ramanê rêbertî derketine, tune bike. Rêveberên Kongreya Star bang li şêniyan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmendar û akademîsyen êrişa hêzên PDK'ê yên li ser gerîla bi xiyanetê bi nav kirin û gotin, di şerê li hemberî Kurdan de tu cudahî di navbera dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê de tuneye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Selwa Abo li mala xwe ya li eniya şer li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide. Dayika Selwa diyar dike ku ew xwe wek ‘dayika şervanan’ dibîne ku axa herêmê diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Doza jinan a xwegihandina biryardayînê ji astengiyên herî girîng ên li beramberî wê ye, di vî warî de bi lawazî bi pêş de diçe, lê ev yek têrê nake. Ev dozeke girîng e ku di civaka Urdinê de nîşaneya wekheviya zayendî ye. (BI WÊNE ).

ANALÎZ

- Naveroka Peymana Sevr li gorî avakirina nakokîyên nû li Rojhilata navîn hatibû amadekirin. Pergala hegemonîk rojhilata navîn kir navendeke aloziyên cihanî û xwest gelan bi hev bide qirkirin. 

ANHA