ꞌQada nexweşxaneyê veguherî gola xwînêꞌ

Endameke Heyva Sor a Kurd qala êrişên 2018`an ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê kir û got: "Dîmenê ku laşê mirovan sar dike li ber çavê me çêbûn, balafiran bêserûber li her deverê didan, sivîl dişwitandin û laşê zarokan parçe dikir, qada nexweşxaneyê bûbû mîna gola xwînê."

ꞌQada nexweşxaneyê veguherî gola xwînêꞌ
ꞌQada nexweşxaneyê veguherî gola xwînêꞌ
ꞌQada nexweşxaneyê veguherî gola xwînêꞌ
ꞌQada nexweşxaneyê veguherî gola xwînêꞌ
ꞌQada nexweşxaneyê veguherî gola xwînêꞌ
10 tebax, 2021   01:58
HELEB-MIHEMED EBDO

20`ê Çileya 2018`an dewleta dagirker a Tirk bi hemû cureyên çekan ji topban bigire û heta bi balafir û çekên ku di qada navneteweyî de qedexe ne êrişî bajarê Efrînê kir û sivîl kir armanc û komkujî pêk anîn.

S.A endameke Heyva Sor a Kurd e û şahida êriş û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê kir,  ji bo ewlehiya malbata xwe ya niha li Efrîna dagirkirî ye nexweş navê xwe eşkere bike.

ꞌBIRÎNÊN HERÎ ZÊDE BERBELAV BÛN, ENCAMÊN PARÇEYÊN TOPAN ÊN BÊSERÛBERꞌ

S.A destnîşan kir ku dema ew li nexweşxaneya Avrîn bû, pirraniya birîndarên ku dihatin nexweşxaneyê birînên wan ji ber parçeyên topbên dewleta Tirk bûn û got, artêşa dagirker a Tirk bi awayekî bê ser û ber û domdar avahiyên sivîlan dikir armanc.

Der barê vê yekê de S. A wiha got: "Ji ber alava şer a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê malbat tevde, ji zarokan bigire heta bi jin û xityaran hate qetilkirin. Ji bo wesifdayîna rewşa birîndaran jî mirov tengezar dibe, hin milên û pê wan hatibûn jêkirin, qêrîn û laşên parçekirî belav bûn."

ꞌBALAFIRAN DAGIRKERIYA TIRK SIVÎL BI ÊGIR ŞEWITANDꞌ

S.A li ser zortirîn sûcê ku dîtine de wiha got: "Sivîlên ku di êrişên balafiran de bûbûn hedef laşên wan hatin şewitandin, me wan nas nekir da ku cenazeyên wan radestî malbatên wan bikin ji ber ku bûbûn weke komeke xweliyê."

S.A da zanîn ku hin sivîlên ku gihaştin nexweşxaneyê birînên wan giran bûn li ber sekeratê bûn.

S.A îşaret pê kir ku tevî tîma tibî amade bûn, lê dîsa jî nekarîn hin birîndaran rizgar bikin, ji wan parçeyên di qirikê de yan jî di serî de û gelek xwîn winda kirin û di encamê de digihaştin asta şehadetê.

ꞌÊRIŞAN QADA NEXWEŞXANEYÊ VEGUHERAND GOLA XWÎNÊꞌ

S. A anî ziman ku roj bi roj hejmara birîndaran zêdetir dibû û got, ev jî isbat dike ku hovîtiya dagirkeriyê ya li bajarê Efrînê zêdetir dibû û wiha dewam kir: "Rojên dawî anku beriya bajar were dagirkirin ji kampaxtirîn rojan bû ji ber ku qada nexweşxaneyê veguherî goleke xwînê."

Têkildarî vê yekê S. A wiha domand: "Hin çîrok hene mirov nikare ji bîr bike, bav zarok, hevser û malbata xwe û her tiştên xwe bi çavgirtinekê wenda kirin û dê palpişt û birayê xwe wenda kirin, êdî cihên wan bi tu tiştî nayê dagirtin heta êşên wan jî nayên sivikkirin."

S.A bi domdarî got: "Rexmî êriş, qetilkirin û tirsa ji qetikirinê, lê dîsa jî şêniyên bajêr xeteriya vê yekê nas kirin, xwe bi rêxistin kirin û li gorî derfetên xwe xebitîn da ku êrişan têk bibin. 58 rojên ku tê de li ber xwe dan têrê dide ku navê Efrînê û azara ku xelkê dikişîne ji cîhanê re were ragihandin."

ꞌHERÎ ZÊDE ZAROK DIBÛN HEDEF'

S. A diyar kir ku zarokên di temenê 6 mehan û salekê de ji aliyê dagirkeran ve dihatin qetilkirin û got, gelo bi kîjan heqî wan zarokan qetil dikin ku piraniya wan birîndarên ji nexweşxaneyê hatibûn.

S. A wiha gotina xwe bi dawî kir:" Dîmenê ku mirov nikaribe zarokeke laşê wî tijî parçe bûne rake nexweşxaneyê, bi tu gotinan nayê wesifkirin, ançex mirov li bendê be heta ku jiyana xwe ji dest bide."

Nexweşxaneya Avrîn ji bomebebarana artêşa Tirk û çeteyên wê bê par nema û di 16`ê Adara 2018`an de ruxmî ku gelek birîndar lê hebûn, hate hedefkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FxZN9CbSrNo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>