Li Şedadê Hind û Seida hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê ku ji aliyê komîteya Çand û Huner û komîteya Ciwan û Werzîşê ve hatibû organîzekirin, şehîd Seida û Hind, bi bîr anî.

Li Şedadê Hind û Seida hatin bibîranîn
9 tebax, 2021   07:11
HESEKÊ

22`ê Çileyê borî, şaneyek girêdayî çeteyên DAIŞ`ê hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya El-Deşîşe Seida El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr revandin û kuştin.

Merasîma bîranînê li Baxçeyê Rêbertî ya li navçeyê hate lidarxistin. Endamê Komîteya Çand û Hunerl Xidir El-Xeyrî got armanc ji lidarxistina merasîmê ku rola têkoşîna her du şehîdan di rizgarkirina gelê herêmê ji terora DAIŞ`ê, bi bîr bînin.

El-Xeyrî got baweriya her du şehîdan bi fikrên neteweya demokratîk hebû û ji bo azadiyê şehîd bûn.

Paşê helbest der barê şehîd û şehadetê de hatin xwendin.

Di 5`ê Sibata borî de QSD, YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke berfireh li dijî şaneyên DAIŞ`ê dest pê kir û di operasyonê de yek ji kesên ku her du jin şehîd xistibûn, hate girtin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wEey1T5yMGQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>