Ji bo naskirina çarenûsa kurê xwe, malbata gerîla Dijwar berê xwe da Başûr

Vê sibê malbata gerîla Dijwar Berxwedan ê ji Hesekê, ji bo naskirina çaranûsa kurê xwe yê ji 26`ê Tîrmehê ve hatiye revandin, berê xwe da dergehê Sîmalkayê da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Ji bo naskirina çarenûsa kurê xwe, malbata gerîla Dijwar berê xwe da Başûr
Ji bo naskirina çarenûsa kurê xwe, malbata gerîla Dijwar berê xwe da Başûr
Ji bo naskirina çarenûsa kurê xwe, malbata gerîla Dijwar berê xwe da Başûr
Ji bo naskirina çarenûsa kurê xwe, malbata gerîla Dijwar berê xwe da Başûr
9 tebax, 2021   07:05
HESEKÊ

Malbata gerîlayê HPG`ê Mehmûd Xelef (Dijwar Berxwedan) vê sibê saet 5:00`an berê xwe da dergehê Sîmalkayê da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Bavê Dijwar, Hesen Şerîf Xelef, dayîka wî Roz Welî Xelîl û her du birayên wî Kawa Hesen Xelef û Diyar Hesen Xelef, vê sibehê berê xwe dan dergehê Sêmalka.

Piştî ku hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gundê Bîxim ê herêma Xelîfan a Başûrê Kurdistanê êrişî Dijwar Berxwedan û du gerîlayên pê re kirin, ji 26`ê Tîrmehê ve û heta niha çaranûsa wan nayê zanîn.

Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyeke xwe ya têkildarî bûyerê de, eşkere kiribû ku dema komek gerîla diçû Behdînanê, agahî jê qut bû.

(şx)

ANHA