Li ser revandina nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr 61 roj derbas bûn

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr Cîhad Hesen 61 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, tenduristiya Cîhad Hesen ne başe.

Li ser revandina nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr 61 roj derbas bûn
9 tebax, 2021   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

Ev kiryarên PDK`ê di çarçoveya binpêkirina hemû rêgezên diplomasiye yên navneteweyî de pêk tê, ku li gorî wan rêgezan nabe ku siyasetmedar an diplomat bêyî behane an tawaneke zelal li dijî wan hebe, werin revandin an binçavkirin. Heke hatin binçavkirin jî divê aliyên ku kes girêdayî wan in, werin agahdarkirin.

Heta vê kêliyê jî rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji PYD`ê û Rêveberiya Xweser re diyar nekirine.

 (cx)

ANHA