Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê di mehekê de 37 sivîl revandin

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê Îbrahîm Şêxo got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de, gelek sûc li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn û 37 kes revandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê di mehekê de 37 sivîl revandin
9 tebax, 2021   06:27
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Îbrahîm Şêxo got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de 37 sivîl ji şêniyên Efrînê revandin ku di nav de jin û kalepîr jî hebûn.

Şêxo destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk 2 sivîlên ku xwestin li mala xwe ya li Efrînê vegerin, revandine û navên wan wiha ne; Hisên Hecî ji navçeya Bilbilê ku 6 hezar dolar da û welatiyê bi navê Mihemed Şêxo yê ji şêniyên navçeya Şera û hezar dolar daye da ku li Efrînê vegere.

ÇETEYAN  WEKALET BETAL KIRIN

Şêxo diyar kir ku siyaseta guhertina demografiyê û desteserkirina mal û milkan, didome û piştrast kir ku komên çete zêdetirî 21 mal û dikanên şêniyên Efrînê desteser kirine. Şêxo anî ziman ku çeteyan wekaleta ku koçberan daye xizmên xwe da ku zeviyên wan biçînin, betal kiriye.

DEST DANÎN SER ZEVÎ Û DARÊN ZEYTÛNAN

Şêxo piştrast kir ku çeteyên koma El-Hemzat zeviyên şêniyên ku koçber bûne yên li 30 gundên Efrînê desteser kirin, her wiha çeteyên El-Sultan Mûrad nêzî 150 hezar darên zeytûnan piştî ku wekaleta wan çirandin, desteser kir.

Îbrahîm Şêxo bang li aliyên navneteweyî kir ku vegera şêniyên Efrînê misoger bikin, dagirker û çeteyên wê ji xaka Sûriyê derkevin û hesab ji çeteyên ku sûcan li dijî şêniyên Efrînê pêk tînin, bixwazin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DH64kEqmxiQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>