'Bi hevgirtina me, wê Rêveberiya Xweser were naskirin'

Şêniyên navçeya Şedadê diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê mîsogeriya serkeftina projeya Rêveberiya Xweser e ku bûye mînak û xwestekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

'Bi hevgirtina me, wê Rêveberiya Xweser were naskirin'
9 tebax, 2021   06:18
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Şêniyên Şedadê îşaret pê kir ku serkeftina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan û got ew ê têkoşînê berdewam bikin heta ku rêveberî di qada navneteweyî de were naskirin.

Welatiyê bi navê Ewad Ezîz got projeya Rêveberiya Xweser û naskirina wê xewna her welatiyekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ji ber ku projeyek e ku xwestekên pêkhateyên herêmê bêyî cudahî pêk tîne.

Ezîz destnîşan kir ku modela Rêveberiya Xweser bûye mînak, ne tenê li ser asta herêmê, lê belê li ser asta Rojhilata Navîn û ji lew re ji wan tê xwestin ku vê modelê bi pêş bixin.

‘PROJEYA ME SERKEFTÎ YEꞌ

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê ya Şedadê Ibtîhal El-Xeşûf da zanîn ku şêniyên herêmê xwe naspêrin tu hêzên derve, lê belê xwe dispêrin hevgirtina pêkhateyên ku ji bo jiyana birûmet a li ser erdê xwe, gelek berdêl dan.

Ibtîhal El-Xeşûf wiha axivî: "Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk, doza me ye û em pê ve girêdayî ne. Ev proje bûye xwedî mohreke teybet, di heman demê de di qada navneteweyî de jî li ser maseyê ye. Ev yek ji îsbat dike ku rêya me rast e û projeya me serkeftî ye, li ser vê yekê ji bo ku em armancên xwe pêk bînin em ê di têkoşîna xwe de tawîzan nedin."

ꞌHEVGIRTINA ME MÎSOGERIYA SERKEFTINA PROJEYA ME YEꞌ

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PYD`ê Ehmed El-Cidêi diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li ser bingehên durist hate avakirin û hemû pêkhateyan hembêz dike û got: "Hevgirtina me mîsogeriya serxistina projeya me ye."

El-Cidêi got: "Projeya Rêveberiya Xweser berhemên têkoşîna şehîdan e, ev proje projeya herêmê tevde ye û projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemû beşên gel û mezheban digire nav xwe û li ser bingeheke rast hatiye damezirandin."

(eh)

ANHA