Îsal mewsima fistiq helebî kêm e

Li Minbic û Kobanê şêniyan îsal beriya dema berhevkirinê, dest bi çinîna berhemên fistiq helebî kir, ji ber ku mewsim li gorî salên borî kêm e. Her wiha dorpêça li ser kantona Şehbayê û kêmbarîna baranê, bi awayekî neyînî bandor li cotkarên fistiq helebî kir.

Îsal mewsima fistiq helebî kêm e
9 tebax, 2021   06:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal di navîna Tebaxê de cotkar dest bi berhevkirina fistiq helebî dikin. Lê îsal mewsim kêm e, ji ber ku baran kêm barî û vê havînê pileya germahiyê bilind bû. Ji ber wê cotkar zû dest bi çinînê kirin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma Firat, Minbic û kantona Şehbayê bi çandina fistiq helebî navdar in ji ber ku axa wê baş e û hawîrdora wê ji bo çandina vê hilberînê guncew e.

Girêdayî mijarê welatiya bi navê Bêrîvan Ebdulqadir Musilm a ji gundê Xorxorê yê rojavayê Kobanê got, mewsima îsal ne baş e, ji ber ku nexweşî di nav de belav bûne ruxmî ku gelek derman lê reşandin.

Bêrîvan destnîşan kir ku ji ber ku baran kêm bariye û pileyên germahiyê di vê havînê de bilind in, nexweşî di nava hilberînê de belav bûn. Her wiha ji ber kêmbûna avê jî hilberîn bi awayekî birêxistinkirî nehat avdan.

Têkildarî nirxa frotina hilberînê Bêrvan got: “Her kîlo fistiq bi 6 hezar û 500 û heta 6 hezar û 700 lîre tê frotin. Ji ber sedemên borî, buhayê fistiq helebî daket."

 Der barê destheqê karkerên berhevkirina fistiq helebî Bêrîvan bi bîr xist ku her karkerek rojane derdora 8 hezar lîre distîne.

Li Minbicê hilberîna fistiq helebî jêdera piraniya şêniyên gundên rojava û bakurê Minbicê ye. Li gel ku hilberîn kêm e, lê cotkaran dest bi çinînê kir.

Gundê Eseliye yê rojavayê Minbicê bi çandina darên berhemdar navdar e, bi taybet hemû cureyên fistiq helebî wekî tirkî, betolî û aşûrî. Rûberên ku bi fistiq li vî gundî hatine çandin 750 hiktar in

Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Feysel Hiso yê ji gundê Eseliye ku xwediyê hezar dar e got: “Me dest bi çînên kir. Lê ji ber ku baran kêm bariye, hilberîn kêm e.”

Hiso diyar kir ku beşek ji cotkar hilberînê di vê demê de berhev dikin lê beşek din jî li bendê dimînin ku rengê fistiqê sor bibe û piştre dest bi çînên bikin.

Hiso got kîloyê fistiqan niha Ii sûkan ji 3 hezar heta 6 hezar û 500 lîreyên Sûriyê tê firotin, ev buhabûn li gorî cureya fistiqan tê guhertin.

Gundên rojava û bakurê bajarê Minbicê bi darên fistiq helebî tên nasîn û ji bo şêniyên herêmê çavkaniyeke debarê ye.

Di salên dawîn de çandina darên fistiq helebî li Kobanê û Minbicê zêde bû. Her wiha gelek cotkaran darên zeytûnê ku pêwîstiya wan bi miqdareke mezin ji avê heye, ji kokê rakirin û li şûna wan fistiq çandin.

DORPÊÇÊ BANDOR LI COTKARÊN FISTIQAN KIR

Li kanotna Şehbayê, ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser şêniyên kantonê û pêla ziwabûnê ku îsal li herêmê rû da, zirareke mezin da mewsima fistiq helebî.

Kantona Şehbayê jî yek ji herêmên Sûriyê yên bi çandina fistiq helebî navdar e, ji ber ku axa wê ji bo van cureyên daran guncaw e.

Li gorî pisporên çandiniyê, li Şehbayê zêdetirî 500 ton fistiq tê helbernadin û kîloyê fistiq helebî bi 5 hezaran lîreyên Sûriyê ye.

Şêniyan berê, piştî ku mewsima xwe radikirin dişandin herêmên hikumeta Sûriyê, lê belê îsal ji ber astengkirina hikumeta Şamê ji karê dergehan û rêyên tên kantonê re, rewş cuda bû.

Cotkar û pisporên karûbarên çandiniyê yên li Şehbayê dibînin ku dorpêça ku hikumeta Şamê li ser kantonê ferz dike, li mewsima çandiniyê bi giştî û li fistiq helebî bi taybet bandoreke neyînî kiriye.

Cotkarê bi navê Elî Mamo got: “Ji ber pêla ziwabûnê li herêmê, fisitq bi bayê bakur bandor bûn.”

Mamo siyasetên hikumeta Şamê yên li herêmê wekî girtina hemû dergeh û rêyên ku tên herêmê, şermezar kirin û destnîşan kir ku şandina berheman ji Helebê re barekî madî yê zêde li ser wan çêdike.

Elî Mamo bang li aliyên têkildar kir ku madeya mazotê û pêdiviyên çandiniyê peyda bikin da ku di sala bê de berhemedariya wan baştir be. Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji dijminatiya şêniyên Şehbayê berde.

Endamê komîteya çandiniyê yê kantona Şehbayê Xalid Tebo jî diyar kir ku axa Şehbayê ji bo hemû cureyên çandiniyê baş e û wiha dewam kir: “Bi hezaran bîr li herêmê hene lê belê ji ber ku mazot û pêdiviyên çandiniyê nîn in, bi kêr nayên.”

Tebo daxuyand ku bazirganên li herêmên hikumeta Şamê cotkaran dixin bin serweriya xwe û dibin şirîkên wan di berhemên wan de. Her wiha destnîşan kir ku ji bo berhemdariya li herêmê wan serî li rêbazên altirnatîf dane, lê belê kêmbûna mazotê li pêş wan asteng e.

(şx-cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pQ3rKahwJeE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pg1h4hgaPTk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>