Li Efganistanê şer dijwar e; Qindewez jî kete bin serweriya Talîbanê

Tevgera Talîbanê serweriya xwe li ser bajarê Qindewez ê bakurê Efganistanê jî ragihand.

Li Efganistanê şer dijwar e; Qindewez jî kete bin serweriya Talîbanê
8 tebax, 2021   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê meclisa wîlayeta Qindewez Amireldîn Walî ji AFP`ê re ragihand ku şerekî dijwar li kolanên Qindewezê rû daye.

Tevgera Talîban jî îro serweriya xwe li ser bajarê Qindewez ragihand.

Ji aliyekî din ve jî, rojnameya Times a amerîkî ragihand ku hêzên Amerîkayê 3 baregehên Talîbanê li 3 bajarên Efganistanê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Efganistanê jî diyar kir ku di encama bombebarana hêzên wan de, 200 endamên Talîbanê hatine kuştin.