Li Kobanê çandina kunciyan pêş dikeve

Di demên dawî de li kantona Kobanê, ji ber ku lêçûna çandina kunciyan kêm e, pêwîstiya wê zêde bi avê tune ye û bi nirxekî baş tê firotin, kuncî zêde tên çandin.

Li Kobanê çandina kunciyan pêş dikeve
8 tebax, 2021   07:39
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Di cîhanê de kuncî ji hilberînên zeytî yên girîng in ku tovê wê zêdetirî ji sedî 50 bi zeyt e, her wiha gelek cûde xwarin jê tê çêkirin wekî tehîn, zater, şêraniyan. Lêçûna çandina kuncî kêm e, dihêle erd baş bibe û wekî êm ji bo sewalan tê bikaranîn.

Ji beriya du salan ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cotkar kunciyan diçînin ji ber ku çandina wê hêsan e, zêde kedê naxwaze û bi nirxekî baş tê firotin.

Kêmbûna rêjeya ava Firatê  bandoreke mezin li bîrên behrî kir û hişt ku gelek ji wan ziwa bibin, li ser vê yekê cotkar kunciyan diçînin ji ber ku pêwîstiya wê zêde  bi avê tune ye.

/ar/uploads/files/2021/08/08/072822_mhmwd-knjw.webp

Hevserokê  Desteya Aborî û Çandiniyê ya  Herêma Firatê Umer Mehmûd Kinco axivî û  got: "Îsal li kantona Kobanê rêjeya çandina kunciyan gihaşt 30 hezar donimî."

Kinco sedema ku cotkaran berî dane çandina kunciyan diyar û got: "Hemû cureyên  erdê  ji bo çandina kunciyan  baş e, pêwîstiya wê zêde bi avê tune ye, di nava 3 mehan de geş dibe, piştî hilberînên zivistanê tê çandin û nirxê firotina wê baş e. Her wiha Kuncî beyî semadê jî baş dipişkive, di pêvajoya çandina wê de 5 caran tê avdan û di her cara ku cotkar hilberînê av dide 200 lître madeya mazotê ji bo yek hektarî werdigire."

ꞌÇANDINA KUNCIYAN ZÊDE DIBEꞌ

Gelek sûdmendiyên madeya kunciya heye,  jê rêxistinkirina zexta xwînê, parastina tenduristiya dil, rêxistinkirina asta hormonan, kêmkirina asta kolesterol, rê li pêşiya îltîhabê û penceşêrê digire di heman demê de aktîfkirina dermanê şekir jî xurt dike.

Kuncî bi proteînê tê naskirin û bi maden, mîneal, vitamin û antîoksîdanê dewlemend e  û madeya  manges û selenium tê de heye.

/ar/uploads/files/2021/08/08/072809_ahmd-bshar.webp

Cotkar Ehmed  Beşar ê gundê Hunkûş ê ku 33 km dikeverojavayê bajarê Kobanê ye got: "Destpêka meha Hezîranê em kunciyan diçînin, erd baş cot dikin, piştre em kunciyan bi destên xwe belav dikin ku  her donimekî 5 km ji kunciyan lê datînin, dûvre du caran  li pey hev em av didin û dihêlin heta ku baş tîh bibe, paşê ji  bo ku  zû bişkive em av didin."

Ehmed Beşar ev lê zêde kir: "Pêwîstiya kunciyan  bi semadê  tune ye, lê belê ger me lê reşand dê hilberîna wê baştir bibe, ji  ber ku buhaye  em nikarin bikirin.  Di Cotmehê de û piştî  ku  hilberîn dipişkive em bi rêbazên  berê yan  jî  kevn berhev  dikin  û difiroşin  bazirganan."

Beşar piştrast kir ku sedema çandina kunciyan a li herêmê ew e ku zêde pêwîstiya wê bi avê tune ye, hilberîna wê baş e û bi dolaran tê firotin ku her  kîloyeke kuncî bi yek  dolarî tê firotin.

ꞌKUNCÎ HILBERÎNEKE ZÊRÎN Eꞌ

Cotkar Ehmed Beşar bang li Desteya Aborî kir ku mazotê bide wan, her wiha nirxê semadê jî kêm bike da ku li hilberîna çandiniyê were zêdekirin, di encam de mewsimekî baş berhev bikin. Li aliyekî din jî bang li Rêveberiya Xweser kir ku dermanxaneyên mezin ên çandiniyê veke û dermanan bi nirxekî kêm bifiroşin.

Tevî ku rûbera çandina kunciyan  li herêmê zêde bûye, lê belê li gel Rêveberiya Xweser projeyên îstîsmarkirina vê hilberînê tuneye.

Tu plansaziyên desteyên yên wergirtina kunciyan  ji cotkaran jî tune ne, lê wekî her sal cotkar berhemên xwe yên kuncî difiroşin bazirganan.

Di  demên dawî de li herêma Cizîrê kargeha zeyta nebatî hate vekirin û gelek cureyên zeytê derdixe, jê zeyta tovên pembo, garisê zer, gulberoj, soya û kuncî.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g1WVmvDK-Ss" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>