Çiya Kurd: Xebatên me ji bo pêkanîna aramî û rawestandina komkujiyan in

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku tevahî xebat û hewldanên wan ên siyasî û dîplomasî ew in ku aramî li herêmê pêk were û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne werin rawestandin.

Çiya Kurd: Xebatên me ji bo pêkanîna aramî û rawestandina komkujiyan in
7 tebax, 2021   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

PYD’ê li bajarê Bern ê Swissra civîneke girseyî li dar xist, tê de bi dehan kurdistanî amade bûn. Civîn li ser pêşdeçûn û pêşketin dawî yên li herêmê bû û tê de Bedran Çiya Kurd axivî.

‛RÊVEBERIYA XWESER DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ RE DERBAS DIBE’

Çiya Kurd da zanîn ku Rêveberiya Xweser di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û wiha got: "Pêvajoya ku em niha tê re derbas dibin dîrokî ye, ji aliyekî ve Rêveberiya Xweser ber bi naskirinê ve diçe û têkiliyên siyasî ji yên berê zêdetir bûne, ji aliyekî din ve jî dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide vê tecrûbeyê têk bibe û tundrawê li herêmê belav bike. Rastiya ku tu kes nikare înkar bike ew e ku bêyî Rêveberiya Xweser û vîna pêkhateyên wê ne pêkan e krîza Sûriyê were çareserkirin. Her kes jî dizane ku sedema dirêjbûna krîzê, destwerdana aliyên herêmî ye  ku berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Sûriyê pêk bînin."

‛CIVAKA NAVNETEWEYÎ DEYNDARÊ GELÊN HERÊMÊ YE’

Çiya Kurd behsa rola civaka navneteweyî bi taybet Koalîsyona Navneteweyî, Amerîka û Rûsya di çareserkirina krîza Sûriyê de kir, her wiha behsa erkên wan li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sekna li hember gefên dewleta Tirk de kir û wiha domand: "Di oxira cîhan bi ewleh bijî de, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê terora bi nûnertiya DAIŞ’ê têk bir û bi hezaran şehîd da. Lê ev li kêrî dewleta Tirk nehat ku li dijî gelê Kurd li pêş çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne. Divê civaka navneteweyî van siyasetan rawestîne. Ji ber ew deyndarê gelên herêmê ye. Divê sînorên tund ji siyaseta dagirkeriya Tirk re werin danîn, divê Amerîka jî helwesta xwe ji krîza Sûriyê eşkere bike. Ji mafên gelên me ye ku her tim bi ewle û aramî bijî. Lê çi derengî hebe wê krîz dirêjtir bibe û careke din teror belav bibe.

‛DIVÊ EM DOZA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BIKIN DOZA RAYA GIŞTÎ’

Têkildarî herêmên ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatin dagikirin, Çiya Kurd wiha got: "Her kes rewşa herêmên dagirkirî, mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dizane ku girêdayî rewşa Sûriyê ya giştî û ya Sûriye pêşerojê ye. Nexasim jî girêdayî peymana navneteweyî ya têkilarî welat e. Lê belê ev ne tê wateya ku em li hember hewldanên dewleta Tirk ên guhartina demografîk li herêmê bê deng bimînin. Ev herêm di xebatên me yên pêşîn de ne û her hewldanên me yên siyasî û dîplomasî ji bo aramiya herêmê û eşkerekirina sûc û siyasetên dewleta Tirk in. Divê ev herêm bibin xebatên girîng ên her kurdek û sûriyekî. Ji lew re divê em li gorî rizgarkirina van herêman xwe bi rêxistin bikin û bikin doza wê bikin doza raya giştî."

 (fr)

ANHA